1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêla penaberan a ji Balkanan tevî 'peymana AKP-YE' dewam dike
Pêla penaberan a ji Balkanan tevî 'peymana AKP-YE' dewam dike,pêla,penaberan,a,ji,balkanan,tevî,peymana,akp,ye,dewam,dike

Pêla penaberan a ji Balkanan tevî 'peymana AKP-YE' dewam dike

Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê, tê gotin ku koça penaberan a di ser welatên Balkanan re dewam dike û bi deh hezaran mirov li ser rê ne

A+ A-

LJÛBLJANA - ANF Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê, tê gotin ku koça penaberan a di ser welatên Balkanan re dewam dike û bi deh hezaran mirov li ser rê ne. Xuya ye Tirkiye û Urdun sozên 'ragirtina penaberan li welatên xwe' ku dan welatên Ewropayê, bi cih nînin.

Piştî ku Macarîstanê di meha Cotmehê de bi têlan sînorê xwe girt, penaber hewl didin di ser Slovenyayê re xwe bigihînin welatên Rojava û Bakurê Ewropayê.

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Slovenyayê Bostjan Sefîc diyar kir ku bi tenê roja Duşemê 4 hezar 200 penaber derbasî nava welatê wan bûne û da zanîn ku ev hejmar di Cejna Noelê de nêzî 11 hezar bû. Sefîc ragihand ku wan tespît kirine duh danê nîvro 2 hezar penaber derbas bûne û anî ziman ku penaber ji bo derbasbûna transît dikevin nava xaka Slovenyayê.

Tê gotin ku tevî bazariya qirêj a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) ku di mijara penaberan de hat kirin û tevî şert û mercên zehmet ên zivistanê jî bi sed hezaran penaber li ser rêya Ewropayê ne. Li gorî agahiyan, ji meha Cotmehê û vir ve 372 hezar penaber di ser Balkanan re derbasî Rojavayê Ewropayê bûn.

Penaber di ser Slovenyayê re derbasî Awûstûrya û ji wir jî diçin Elmanya û welatên din ên Bakur û Rojavayê Ewropayê. Hejmara penaberên îsal xwe gihandin Elmanyayê gihaşt mîlyonekî. Tê zanîn, ku beşeke girîng a penaberan derbasî Swêd, Îngilîstan û welatên din dibin.