1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ´Pêvajoya çareseriyê dê bi kêrî me bê´
´Pêvajoya çareseriyê dê bi kêrî me bê´,pêvajoya,çareseriyê,dê,bi,kêrî,me,bê

´Pêvajoya çareseriyê dê bi kêrî me bê´

Piştî pêvajoya çareseriyê têkiliyên bi muxalefeta Sûriyê re zêde bûn

A+ A-

EZGİ BAŞARAN (Rojnameya Radîkal)

Hevserokê PYD´ê Salih Muslîm, bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser kurdên Sûriyê vegot: Pêkutiya Tirkiyeyê ya li ser muxalîfan rabû: Ramana ”Koalîsyona bêyî kurdan dê kêm bimîne” belav dibe.

Nûnerê siyasî yê kurdên Sûriyê, Hevserokê PYD´ê Salih Muslîm îroj ne bi tenê ji bo welatê xwe, lê ji bo hemû kurdên li Rojhilata Navîn, navek grîng e. Lewra li Bakurê Sûriyê ango li Rojava, di bin rêberiya PYD´ê de diyarkirina xweseriya demokratîk, ne tenê mêzînên welatên cîran, lê mêzînên muxalefeta Sûriyê jî pir guherand. Me jî bi Muslîm re ku perwerdeya xwe ya zanîngehê li Stenbolê temam kiriye, derbarê xweseriya demokratîk, konfederalîzm, pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û têkiliyên wan ên dawîn ên bi Artêşa Azad a Sûriyê re axaft.

Nameya Ocalan a Newrozê di nav kurdên Rojava de çewa hat nirxandin?

Ne cara yekem bû ku me ew gotinên di nameyê de hatine bikaranîn dibihîst. Ji ber em Ocalan baş dişopînin, gotina wî ya ”têkoşîna çekdarî bi dawî bû” em şaşwaz nekirin. Em baş têgihiştin ka dixwaze çi bibêje.

Xwest çi bibêje?

Gotina wî tê wateya ku mercên bikaranîna çekan dê ji holê rabin, an jî ketiye wê pêvajoyê. Ev yek ji bo me kurdên Sûriyê jî dê bê gelek wateyan. Lewra ji damezirandina dewleta Tirkiyeyê û vir ve, Tirkiye bûye asteng li ber hemû gavên ku dikarin bibine xêra kurdan. Di sala 1929´an de di belavbûna Kurdistanê de, di sala 1949´an de di bidarvekirina Qazî Muhammed de, di sala 1975´an de di belavbûna şoreşa Barzanî de, di hemuyan de jî rola Tirkiyeyê hebû. Îroj jî, di lihevnekirina me û muxalefeta li dijî rejîmê de xwedî par e. 
Çewa?

Binihêrin, yên ku herî zêde pêdiviya wan bi demokrasiyê heye, em kurd in. Me ji muxalefetê re got ”em bi hev re tevbigerin”, lê wan, ango Meclîsa Neteweyî ya Sûriyê û Koalîsyona Muxalefetê ya Sûriyê gotin ”Na”. Di Qanûna Bingehîn de hebûna me, napejirînin, mafên demokratîk ku ji bo xwe dixwazin, ji bo me xweş nabînin. Du sal berê li Misirê di Koalîsyona Muxalefetê de vê yekê aşkere anîn ziman. Wê rojê em ji wê civînê derketin û hîn jî ez nikarim bêjim ku pêşketinek heye. Di helwesta muxalefeta Sûriyê ya li dijî me de rola Tirkiyeyê heye. Tirkiye bi her awayî wan destek dike, aborî, leşkerî û hwd. û vê helwestê bi serê wan de dixwîne.

Pêvajoya nû ya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dê van mêzînan ji bo kurdên Sûriyê bi erênî biguhere?

Em wisa hêvî dikin. Tirkiye pêkutî li muxalefeta Sûriyê dikir ku ew jî pêkutî li kurdan bikin. Niha ev dê rabe. Lewra muxalefet jî dê wiha bêje: ”Tu ji me re dibêjî ku bi kurdan re hevkariyê nekin, lê tu bi kurdên nava xwe re li hev dikî. Wê demê bihêle em jî bi wan re li hev bikin. Muxalefet êdî bi hêsanî dikare vê ji Tirkiyeyê re bêje.

Baş e dê bêje?

Teqez dê bêje. Ku ji niha ve muxalefet li me digere. Hîn vê sibê (13 avrêl) min telefoneke wisa girt. Ev demek e em bi rêya navbeynkaran hevdîtinan dikin. Di nav muxalefeta Sûriyê de ramana ”Koalîsyona bêyî kurdan dê kêm bimîne” belav dibe. Dema pêkutiya Tirkiyeyê ya di vî warî de rabe, ango ji roja ku bi Îmraliyê re hevdîtin dest pê kirine ve, dan û stendinên me yên bi muxalefeta Sûriyeyê re zêde bûne. Niha bi rêya navbeynkaran, lê zêde bûne.

Serokwezîr heftiy açûyî got: ” Hin ji PKK´yiyên ji Sûriyê ku li Tirkiyeyê bûn, vekişiyan. Ne diyar e bi ku ve çûne”. Hûn dizanin bi ku ve çûne?

Kesek nehatiye aliyê me. Ew hemî zarokên me ne. Eger hatibana bawer bikin dê haya me jê bibûna. Ji xwe KCK´ê jî daxuyand ku hîn vekişînek nebûye. Her wiha mîna PYD, tu pêdiviya me jî bi destegeka wiha nîne.

PYD bi esad re di nav lihevkirineke zimnî de bû ku bi hev re şer nekin an dest nedine hev?

Na. Ev antîpropagandayek e. Mêjiyê dewleta tirk hilnagire ku kurd dikarin bi vîna xwe ya azad doza mafên xwe bikin û ji bo wan têbikoşin. Wisa dizanin ku em teqez xulamok an maşikên hinekan in. Lê em ne wisan in. Navbera dewleta tirk û Esad ji salên 2000 ve baş bû ma ne... Em wê demê jî li dijî Esad bûn, niha jî li dij in. Lewra timî li me eziyetê kir. Û dema têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re baş bûn, Esad zêdetir bû celadek xedar li dijî me. Mînak; peymana Edeneyê îmze kirin. Esad li gor vê peymanê 200 PKK´yî radestî Tirkiyeyê kir. Êşkence li me hat kirin. Bi nav û dîrok ez dikarim yek bi yek kurdên wê demê hatine kuştin ji we re lîste bikim. Wê demê, ne pêkan e ku em li ba Esad cî bigirin. Lê em rola ku Tirkiyeyê di pa jî, nelîstin.

Bi Artêşa Azad a Sûriyê re şerkirin?

Belê, lê me ev yek nexwest, lewra bîranînên me ji dema Osmaniyan ve hene. Me timî ji bo tirkan şer kir û di dawî de em destvala man. Vê carê, me biryar girt ku em dê bi birayên Musluman re hevkariyê nekin û em ketin rewşa parastina maf û gelê xwe. Di encama vê de, bê guman ku em neçar dibin bi Esad re şer bikin, lê ne bi hevkariya Artêşa Azad. Rejîmê em nas nedikirin. Niha muxalefet jî me nas nake. Ji me daxwaz kirin ku em xwe ji rengên xwe û îdeolojiya xwe bişon û piştre tevlî Artêşa Azad bibin. Me jî ev nepejirand. Û gotegot derketin: Wê demê kurd alîgirên rejîmê ne. Tiştek wisa pêkan e? Herî dawî li Helebê, li dijî rejîmê me 60 şehîd dan!

Li Helebê herî dawî hûn û Artêşa Azad li dijî rejîmê bi hev re tevgeriyan?

Na, lê êdî dikare bibe. Piştî ku koalîsyona muxalefetê ji me têbigihêje û me nas bike.

Wê demê bersiveke berçav a van gotinên Wezîrê Derve Davutoglu heye: ”Pozîsyona PYD´ê diguhere. Êdî em dikarin wan nas bikin”?

Ez mijara guherandina pozîsyonê vebêjim: Rejîm bi ser me ve hat, me jî bi wan re şer kir. Artêşa Azad jî bi ser me ve hat, me bi wan re jî şer kir Niha rejîm di heman demê de him bi ser me ve û him bi ser Artêşa Azad ve diçe. Ev tê wateya ku em û Artêşa Azad jî di heman demê de bi rejîmê re şer dikin. Lê hîn jî ne mîna hêzeke yekgirtî. Davutoglu heke dixwaze bêje ku me li ser hevkariya bi Artêşa Azad re li hev kiriye, ev ne rast e. Li Helebê dîsa me xwe parast. Artêşa Azad jî her wiha. Lê me tu carî ji bo Artêşa Azad mirovên xwe neşandine Şamê an deverek din. Her wiha em dê car din bi Artêşa Azad re rû bi rû bibin û şer bikin an nekin, ev jî bi helwesta Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Lewra kesên ku êrîşê me dikin, bi giranî komikên di nav Artêşa Azad de yên girêdayî Tirkiyeyê ne. Lê ez nikarim bêjim ku Tirkiye jî dikare gotina xwe bi hemû muxalefeta Sûriyê bide gohdarî kirin.

Dikarî hinekî vekî?

Têkiliya Tirkiyeyê bi koalîsyona muxalefetê re ye ku ev koalîsyon avahiyeke siyasî ye. Lê têkiliya Tirkiyeyê bi gelek komikên li dû koalîsyonê ne re nîne. Ya rastî têkiliya koalîsyonê bi xwe jî bi wan re nîne. Ev komik bi serê xwe tevdigerin. Mînak; Koalîsyon (Meclîsa Neteweyî ya Sûriyeyê) timî dibêje ku ew demokrasî û pirdengiyê dixwazin. Lê niha ew hêzên li qadan in ne çi dibêjin? Doza xîlafetê dikin. Çapemeniya tirk ji ber ku weşanên bi erebî naşopîne, dikare hay ji van tiştan nebe, lê ev komik bi dengê bilind dikine qêrîn. Daxwazên xwe yên îslamî û xîlafetê naveşêrin. Û ev tê wateya ku daxwazên li qadan bilind dibin û gotinên koalîsyonê li hev nakin.

Me hay ji gotinên bi vî rengî yên El Nusrayê heye...

Ne bi tenê El Nusra ye, hema bêje hemû komikên di nav Artêşa Azad de. Sedema pêşdîtina min a ku piştî daxistina Esad jî dê şerê navxweyî bidome, ev e. Em li biryarên dawîn ên di Tîma Ereban de hatine girtin binihêrin, em dê bibînin ku piştî Esad dê her yek ji wan, hêza xwe biparêze. Ji xwe niha hemû cîhadparêzên cîhanê, li Sûriyê kom bûne. Ji Tora Borayê bi xwe jî kes hene.

Kurd dê çi bikin wê demê?

Ne tu tiştek. Em dê dîsa di navbera çavçilûsî ango hêrsa dewletan de bimînin. Em dê parastina xwe û herêma xwe bidomînin. Bi sedan sal in em hînbûyî ne, ma em çi bikin.

Kesek ne li bendê bû ku dê Esad evçendî bikaribe li ber xwe bide. Hûn li bendê bûn?

Belê, lewra em rejîmê pir baş dinasin. Ji salên 1960î û vir ve, rejîma Baasê xwe di nav kokên welêt de neqişandiye. Mîna Lîbya û Misirê wisa bi hêsanî dê nebişkive. Malbata Esad mirovên xwe di hemû xal û deverên grîng ên dewletê de bi cî kirin û olîgarşiyekê ava kirin. Ev sîstem ne tenê ji elewiyan an Baasiyan tê pê. Welatên Rojava nedizanîn ku ev sîstem dikare pir bi hovane tevbigere. Me ji ber serpêhatiyên xwe, dizanî. Tu tiştek tine ku rê li ber rejîmê û kuştina mirovan bigire. Sedemaka din a Esad ku dikare li ber xwe bide, pozîsyona Sûriyeyê ye. Îstiqrara Sûriyeyê, tê wateya îstiqrara hemû Rojhilata Navîn. Çima NATO vê carê xwe nêzî mudaxeleyekê nake? Ji ber ewlekariya Îsraîlê. Lewra dema fuzeyên serî bi kîmyayî yên Scud´ê yên Sûriyeyê ku xwedî 300 km. menzîlî ne bikevine dewrê, sîstema Îsraîlê ya mîna ”Qubeya Hesinî” çiqasî baş kar bike û biparêze jî, dê serika kîmyewî bikeve aliyê Îsraîlê. Ji hêla çiyê ve mesafe 50 km yeku ev jî tê wateya komkujiyeke mezin. Esad ew çend dîn e ku dikare vê bike. Welatên Rojava ji ber vê yekê jî nikarin mudaxele bikin.

(Ev hevpeyvîn ji rojnameya tirk Radîkalê hatiye girtin) Werger: Amîda Kurd