1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pêwîst bike dê hunerê li kuçeyan pêşkeş bixin
Pêwîst bike dê hunerê li kuçeyan pêşkeş bixin,pêwîst,bike,dê,hunerê,li,kuçeyan,pêşkeş,bixin

Pêwîst bike dê hunerê li kuçeyan pêşkeş bixin

A+ A-

MAHMUT RUVANAS

ÊLIH (DÎHA) – Şanogeran girtina Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê şermezar kirin û destnîşan kirin ku huner tenê di nav çar dîwaran de nayê pêşxistin û hewce be dê hunera xwe li kuçeyan pêşkeş bikin.

Di nav şaredariyên DBP’î yên qeyûm bo wan hat tayînkirin de, bi taybetî Alîgirê Walî Ertûg Şevqetê qeyûmî yê bo Şaredariya Êlihê hat tayînkirin, bi sepandinên xwe yî qedexeyî di rojevê de ye. Qeyûmê ku deriyê navendên jinan û malên gel ên ku elqeyeke zêde bo wan hemû qefiland, herî dawî Gerînendetiya Şano û Orkestrayê fesx kir. Şanogerên Şanoya Bajêr ên gelek xebatên çak afirandibûn û derxistibûn pêş, li dijî biryara qeyûma ku dijminê hunerê ye bi hêrs in. Hunermendan anî ziman ku, piştî qeyûm hat tayînkirin hemû planên wan guherîne, lê di her şert û mercî de jî bi biryar in ku ew ê nehêlin Şanoya Bajêr bitepise.

‘Pêwendiya me yî bi gel re asteng dikin’

Şanoger û rêvebera Şanoya Bajêr Nûrşen Temel, dest nîşan kir ku ew feraseta dixwaze îradeya gel desteser bike, girtin û desteserkirina wan î malên gel û hunerê ne tiştekî ecêb e û wiha nirxand: “Armanca pergalê ew e ku, hunerê ji ruhê wê yî gerdûnî biqetîne û bike saziyeke ku jê re xizmetê bike. Em bi hunerê re xwe digihînin gel. Pergal, hay ji vê heye. Ji ber vê, dixwaze pêwendiya me yî bi gel re asteng bike. Çimkî gel, bi saya hunerê bi rastiyan re rû bi rû dimîne.”

‘Huner tenê di nava çar dîwaran de nayê îcrakirin’

Temel got, dewlet bi desteserkirina hunerê re dixwaze di bin tekela xwe de komeke şanoyê çêbike û wiha axivî: “Lê belê, ev li dijî exlaqa hunerê ye û qethiyen em ê vê nekin. Em jin, bi hunerê re jiyaneke bi exlaq digihînin gel û dengê jinê radigihînin. Ne dewlet û ne jî hêzeke din, bi tu awayî nikare li ber hêza jinê bibe asteng. Em ê li dijî van hemû êrîş û pêkûtiyan, bi tilîliyên xwe rawestin. Huner tenê di nav çar dîwaran de nayê îcrakirin. Heke bivê em ê li kuçeyan bi gel re werin gel hev û hunera xwe îcra bikin.”

‘Em ê biçûnan Mîhrîcana Kurdî, lê…’

Şanoger û rêveberê Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê Bariş Işik jî got, ew 4 sal in ku faaliyetên xwe didin der û her sal listikên curbecur pêşkeş dikin. Işik ragihand ku, ji bo binesaziya şanoyê çêbikin, ew perwerdehiya şanoyê didin ciwanan û wiha axivî: “Me vê serdemê 3 lîstik pêşan dan. Yek ji vana lîstika Tartûfe ya Molîerî bû û ji bo wê me hemû amadekariyên xwe temam kiribûn. Em ê hefteyek şûnde derketanan tûrneyê û em ê li Seqiza Îranê beşdarî Mîhrîcana Şanoyê ya Kurdî bibûnan. Lê belê, piştî qeyûm hat tayînkirin, hemû planên me serobino bûn.”

‘Em ê şanoyê jîndar bikin’

Işik got, bi girtina Gerînendetiya Şano û Orkestrayê nexwe pergal li vî bajarî şanoyê naxwaze û wiha axivî: “Armanca me ew e ku, bêyî em şanoyê têxin bin tekela kes an jî saziyan, bi awayekî xwemaliyî pêşxistina wê ye. Hedefa me ew e ku, bêyî şaredariya ku qeyûm tayînê wê bûye bi awayekî serbixwe zîndekirina şanoya bajêr e.”

‘Ev biryar biryarên tirsê ne’

Işik diyar kir ku, lîstikên ku wan pêşandane zimanê hemûya bi kurdî bûye û wiha got, “Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan bû û berê xwe da qadên çandî, civakî û jinan, diyar bû ku ji zimanê hunera ku em îcar dikin û ji fêrbûyîn û hêzdariya jinan ditirsin. Ev biryarên ku hatin girtin û dayîn, yên tirsê ne. Bi rastî jî, ev pergal ji hunerê û ji jinê ditirse.”

(red)