1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Pêşbirka jinan a biskilêta hate lidarxistin
Pêşbirka jinan a biskilêta hate lidarxistin,pêşbirka,jinan,a,biskilêta,hate,lidarxistin

Pêşbirka jinan a biskilêta hate lidarxistin

A+ A-

QAMIŞLO – Pêşbirka ku ji aliyê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê hatibû amadekirin îro destpê kir. Kesên di pêşbirkê de di rêza 1,2,3 bi serketin hatin xelat kirin.

Pêşbirka biskilêtê ya jinan ku ji aliyê Desteya Jinan a kantona Cizîrê û Desteya Ciwan û Sporê ve hate organîzekirin bi tevlîbûna 50 jinên ciwan ji çerxeriya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê destpê kir û li çerxeriya Mihmed Şêxo ya taxa Xerbî bi dawî bû.

Di pêşbirkê de jinên ciwan Nejbîr Îdrîs Xelîl di rêza yekem bi dest xist, jina ciwan Maya Xelîl ya duyemîn, Zekiye Heyber Birahîm ya sêyemîn û Gulbirîn Hisên jî bo çaremîn bi dest xistin. Her wiha jina herî mezin ya bi navê Fikriya Mihemed û jina ciwan ya herî biçûk Medya Zoro jî xelat girtin.

Piştre Serokê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Umer axivî û serkeftin ji jinên beşdarî pêşbirkê bûne xwest. Umer, armanca darxistin pêşbirkê ji bo jinan ravekir û got: “Kesên ku di hindirê civakê de dibêjin şerme jin li biskilêtê siwa bibin, bi vê pêşbirkê vala hatin derxistin. Jinên tevlî pêşbirêkê bûne isbat kirin ku jin dikare di hemû qadan gavan bavêje.”

Di dawiyê de jinên ku beşdarî pêşbirkê bûne ji aliyê Cigira Seroka Desteya Ciwan û Sporê Hemrîn Elîhatin xelatkirin û bawername li wanhate belavkirin.

(ra/dc)

ANHA