1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pêşbirka Lîstikên Şanoyê Qediya
Pêşbirka Lîstikên Şanoyê Qediya,pêşbirka,lîstikên,şanoyê,qediya

Pêşbirka Lîstikên Şanoyê Qediya

A+ A-

AMED - Pêşbirka nivîskariya Lîstikên Şanoyê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Turîzm û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate destpêkirin û dê dîyarî nivîskarê Memê Alan Evdirehîm Rehmi Hekarî bê kirin bi dawî bû.

Pêşbirga Nivîskariya Şanoya Kurdî ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Turîzm û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca nivîsandina şanogeriya kurdî pêş bixe hatibû destpêkirin bi encam bû. Di pêşbirkê de 19 nivîskar bi 22 berhemên kurdî beşdarî pêşbirkê bûn. Lijneya hilbijartina berhemên kurdî Pervîn Okur, Muharrem Cebe, Ruknettîn Gun, Lal Laleş û Kawa Nemîr berhemên şanoyê hilbijartin.

Di pêşbirkê de kesên ketin rêzê hatin diyarkirin. Xelatên pêşbirgê dê sibê li xwediyê xwe bên belavkirin. Pêşbirk dê diyarî nivîskarê Memê Alan Evdirehîm Rehmi Hekarî bê kirin.

(mae)