1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Pêşengê nemir ê berxwedana Geverê: Îslam Ronî
Pêşengê nemir ê berxwedana Geverê: Îslam Ronî,pêşengê,nemir,ê,berxwedana,geverê,îslam,ronî

Pêşengê nemir ê berxwedana Geverê: Îslam Ronî

Di berxwedana Geverê de, ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên şer seferber kir, lê nekarî bi ser bikeve, yek ji berxwedêrên tevlî karwanê nemiran bû Îslam Ronî ye

A+ A-

COLEMÊRG / ANF - YAŞAR AKSÛ Ji gotinên dayika wî em qala jiyana pêşengê nemir ê berxwedana Geverê Îslam Ronî dikin.

Îslam Ronî (Talîp Bartin) li gundê Oremarê yê Geverê, di bihara sala 1987'an de ji dayik dibe. Malbata wî yek ji wan malbatan e ku di sala 1993'an de ji ber ku gundê wan hat şewitandin, ji neçarî koç kir. Neçar man ji gund koçî navenda Geverê bikin. Yek ji heft zarokên malbatê ye. Jîr, zîrek û bi rehm e. Hemû karên xwe diqedîne û alîkariyê dide her kesên pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye.

DIDE DÛ RASTIYÊ

Îslam Ronî, dema li Geverê ye êşên herî giran ên gelê Kurd ji nêz ve dibîne. Di wê baweriyê de ye ku divê ev zilm êdî biqede, jiyaneke azad û demokratîk mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e. Û dest bi lêgerîna li rastiyê dike.

Îslam Ronî ku bi xeyala Kurdistana azad dijî, pismamê xwe Îslam Bartin ê di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de têdikoşe, ji xwe re dike mînak. Piştî ku Îslam Bartin di sala 2005'an de şehîd dibe, berê Îslam Ronî her tim li çiyayên azad ên Kurdistanê ye. Salek piştî şehadeta pismamê xwe, hê di 19 saliya xwe de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Bi biryar e ku çeka pismamê xwe li erdê nehêle û navê wî li xwe dike. Îslam Ronî êdî dest bi têkoşîna çekdarî dike.

JI SÊ CIHAN BIRÎNDAR DIBE, LÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADE

Îslam bi zîrekî û wêrikiya xwe, di demeke kurt de di nava hevrêyên xwe de balê dikişîne û her tim li refên pêş şer dike. Îslam Ronî di her operasyonê de bi pêşengî li ber xwe dide. Herî dawî di çalakiya Oremarê de ji sê cihan birîndar dibe. Tevî vê yekê jî têkoşîna xwe nîvco nahêle. Piştî tedawiya salekê bi xurtî û hê bi bawerî cihê xwe di nava çalakiyan de digire.

BI ERKA BERPIRSYARIYA GİŞTÎ YA BERXWEDANA GEVERÊ RADIBE

Îslam Ronî neh salan li qadên azad dimîne û di sala 2015'an de piştî ku xwerêveberî tê ragihandin, cihê xwe di nava yekîneyên YPS Geverê de digire. Dibe pêşengê berxwedana Geverê û bi erka berpirsyariya giştî radibe. Ji dil bawer dike, ku wê bajarê Geverê bi serketina azadiyê tacîdar bike. Ji bo pêkanîna vê jî, canê xwe feda dike.

Piştî ku derketina derve li Geverê hat qedexekirin, dewlet bi tank, top û bi hezaran leşker û polîsên xwe êrîşî Geverê dike. Bi qasî 200 şervanên YPS'ê yên bi fermandariya Îslam Ronî, bi xurtî û bê tirs li ber xwe didin. Tevî şerê ku bi mehan dewam kir, dewlet nikare bi gavekê jî bi pêş ve biçe. Bi derbên giran ên li dewleta Tirk tên xistin re, dîroka Geverê ji aliyê Îslam Ronî û hevrêyên wî ve ji nû ve tê nivîsandin.

DIBE TIRSA DILÊ HÊZÊN DEWLETÊ

Dewlet bi hemû derfetên xwe êrîş dike, lê nikare berxwedana Geverê bişikîne. Vê carê jî êrîşî gelê sivîl dike. Lİ ser vê yekê, stratejiyeke duyemîn dikeve dewrê û gelê sivîl ji qadên berxwedanê tê derxistin. Şer bi mehan dewam dike û şervan bi soza ku heta şervanek bimîne wê têbikoşin, bi wêrekî şer dikin. Îslam Ronî, tevî ku derfetên derketina ji qada şer hebû jî hevrêyên xwe ti carî bi tenê nehişt û di dema vî şerî de tevî sê hevrêyên xwe di 19'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotinan; piştî şehadeta Îslam Ronî, ku tirsa dilê hêzên dewletê bû, dewleta Tirk qaşo 'serketin' a xwe îlan kir û bi teqandina fîşekên hewayî ev yek pîroz kir.

TEHEMÛL NEKIRIN KU LI GEVERÊ BÊ VEŞARTIN

Di encama lêkolîna wekîlan de derket holê ku cenazeyê Îslam Ronî li Erzîromê ye. Cenaze bi rojan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erzîromê tê hiştin. Malbat cenaze digire, lê dewleta Tirk destûrê nade ku cenaze li navenda Geverê bê veşartin. Her wiha tehemûl nake ku konê sersaxiyê li vir bê vedan. Li ser vê yekê cenazeyê Îslam Ronî li gundê Cuan ê Geverê tê veşartin.

DAYIK BARTIN: KURÊ MIN BI LEHENGÎ ŞEHÎD BÛ

Dayik Zelîha Bartin destnîşan kir, ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got, "Kurê min Îslam Ronî mirovekî dilpak, jîr û zîrek bû. Dilsozê ax û gelê xwe bû. Di kîjan rê de dimeşiya her tim bi fedakarî û lehengî meşiya. Bi lehengî jî şehîd bû. Em bi vê dizanin; hevrêyên wî wê xwîna wî li erdê nehêlin. Ji ber ku kurê min ji bo ax û gelê xwe şer kir. Destê xwe dirêjî mafê kesî nekir. Rê nehat dayîn ku bi axaftinê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Lewma kurê min dest bi têkoşîna çekdarî kir. Em Kurd bi kuştinê naqedin. Bila êdî bi vê zanibin. Kurd wê bi têkoşîna van lehengan bi ser bikevin. Kurê min şehîd e û wê di dilê gelê Kurd de her tim bijî. Me duh jî digot, em îro jî dibêjin; Me ti carî nexwest kesek bimire, em naxwazin kesek bimire. Êdî bila aştî bê, bila ti dayik negirî."