1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Pêşeroja Hevpar'
'Pêşeroja Hevpar',pêşeroja,hevpar

'Pêşeroja Hevpar'

A+ A-

Hewldana Kongreyê ku dê di dawiya hefteyê de bi kongreya xwe partîbûnê dike hedef ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê amadekariyê dike. Parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu destnîşan kir ew xebatê bi perspektîfa "ya civakî polîtîkirin, ya polîtîk jî civakî kirin e" dimeşînin û di vê tevgerî de hemû derûdorê berxwedanê dê hêza xwe bikin yek.

Beriya hilbijartinan Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê hatibû damezirandin û ji bo ku ev xebat mayinde û berfireh bibe Hewldana Kongreyê dest bi xebatên xwe kir û ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê ya hevpar xebatên xwe didomîne. Xebatên Helwdana Kongreyê ya ji bo avakirinê ber bi dawiyê ve diçe. Di kongreya 15-16'ê cotmehê re nav, hedefên polîtîk, rêzikname û bernameya kongreyê dê diyar bibe.

Dê meclîseke 100 kesan û dîwanek helwdanê rêve bibe

Kongre dê 15'ê Cotmehê de li Navenda Pêşandanê ya Anatoliayayê dest pê bike û roja duyemîn jî li Navenda Çandê ya Kocatepeyê bê domandin. Li ser esasê 20 herêm ji sedî 40 şex û ji sedî 60 jî temsîliyeta saziyan hebe. Bi tevahî 825 demege dê beşdar bibin. Di civînê de pêşnûmeya rêzikname û bernameyê ku hatine amadekirin bêne nîqaşkirin û şeklê dawî dê bê dayîn. Dîsa dê meclîseke ji 100 kesan pêk tê û dîwaneke ke meclîsê koordîne bike bê avakirin. Ji bilê kesên ku ne di nava rêxistineke de ne 17-18 partiyên siyasî piştgiriyê didin û her wiha derveyî kesên ku ne di nava rêxistineke de ne ji derûdorên derveyî dewletê jî gelek kes ji bo civînê hatin vexwendin.

'Ev rêxistinbûn naşibe yên berê'

Parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu têkîldarî xebatên kongreyê de agahî da û got ku xebatên hibijartina delegeyan bi dawî bûye û ji bo kongreyê hemû xebatên wan temam bûne. Kurkçu anî ziman ku xebatên ku heta niha ji bo Hewldana Kongreyê meşandine ji xebatên Partiya Siwan cuda ye û wiha berdewam kir: "Di serî de vê yekê bibêjim ku xebatên berê hatin kirin wekî tifaqa di navbera partiyên siyasî de bû. Lê di vê xebatê de hêzên civakî, navendên berxwedanê, kesên ku nepolîtîk in jî di nava xwe de dihewîne. Em vê yekê wekî 'ya civakî polîtîkirin, ya polîtîk jî civakîkirin' bi nav dikin. Bi vê rengî em dixwazin têkoşîna civakî, siyasî, aborî, xweza, hewirdor, jin, ekolojî û ciwanan bigîhîjinin hevdu."

'Kurd, elewî, karker, jin hemû kes dê bi hevre bin'

Kurkçu da zanîn ku xebata ku ew dimeşînin di nava civakî de eleqeyeke mezin dibîne û li navçeyên biçûk de jî 200-300 kes tevli civînan dibin. Kurkçu bilêv kir uk delegeyên ku têne hilbijartin di heman demê de dê bibin nûnerên meclîsê herêmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê du peywirên van hevalan hebe. Li aliyeke dê nasnameya polîtîk li jor temsîl bikin li aliyê din jî bibin nûnerên herêmên xwe. Em ê bi vê xebatê têkoşîna tevgera azadiya kurdan, tevgera elewiyan, têkoşîna jinan, a karkeran, ekolojî, hewirdor bigîhîjinin hevdu û stratejiyeke hevpar ava bikin."

Kurkçu der barê pêşeroja hewldanê de jî got ku ew difikirin demeke dirêj de vê hewldanê bikin avasaziyake siyasî û ji ber vê yekê jê ecele nakin û hemû kes ê bingeha xwe ya polîtîk biparêze. Kurkçu diyar kir ku ew girîngiyê didin tevlibûna kesên ku nerêxistinkirî ne û dîsa di warê ji sedî 50 kotaya zayendî de jî tawîzan nadin.

Kurkçu di dawiya axaftina xwe de got ku civîna wan ji bo hemû kesan vekiriye û dixwazin her kes beşdarî civîna wan bin. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî