Pêşmerge dê venekişe
KERKÛK - Hat diyarkirin ku piştî rageşiya li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge li derdora bajêr hatin bicîkirin. Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî serdana bajarê Kerkûkê kirin. Nêçîrvan Barzanî da diyarkirin ku heta rewşa Kerkûkê aram nebe wê hêzên pêşmerge paşde neyên vekişandin.
Piştî rageşiya li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge li Kerkûk û derdorê wê hatibûn bicîkirin. Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî serdana bajarê Kerkûkê kirin.
Hat diyarkirin ku Resûl Elî û Barzanî duh piştî nîvro li Kerkûkê hevdîtin pêk anîn. Nêçîrvan Barzanî piştî kir heta ku rewşa aloz ya li Kerkûkê asayî nebe hêza Pêşmerge venagere, Pêşmerger bo têkdana rewşa ewlekariyên nehatiye ji ber ku rewş têk çûye û pêwîst bûye ew hêz bo parastina hemû pêkhateyên Kerkûkê were.
Li gor belavoka piştî civînê hat belavkirin, hat gotin ku divê di rewşa rêveberî ya Kerkûkê de guhertin û reform pêk werin.
Duh dîsa li Kerkûkê parêzgarê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa bi Serokê Hêzên Pêşmerge Şêx Cefer re civiya û rewşa dawî ya parêzgehê gotûbêjkirin. Wezîrê pêşmergeyan da zanîn ku hêzên pêşmergeyan berê xwe nedane nav bajarê Kerkûkê, lê li nav parêzgehê û li ser sînûrê parêzgehê belav bûn da ku Kerkûkê û gelên wê biparêzin.
ANF
