Pêşmerge li Dubizê bi cih bûn
A+
A-
Hate ragihandin ku hêzên pêşmerge li navçeya Dubizê bi cih bûne.
Navçeya Dubizê ku di navbera Hewlêr û Kerkûkê de cihekî stratejîk e, ji bo îhtimala pêşmergeyan a mudaxaleya Kerkûkê nîşaneke girîng e.
Wekî tê zanîn alîgirên Sedam û Beasiyan bi ala û wêneyên Sedam radibin serhildanê û li dijî kurdan û desthilata kurdan dest bi êrîşan dikin. Armanca hêzên ereb ew e ku di vê dema tevlihev a Rojhilata Navîn de Kerkûk û Mûsilê bi tevahî ji kurdan bi dûr bixin.
Bêjeyên Miftehî pêşmerge,li,dubizê,bi,cih,bûn