1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Pêşmergeyan 2 gundî birînda kirin
Pêşmergeyan 2 gundî birînda kirin,pêşmergeyan,2,gundî,birînda,kirin

Pêşmergeyan 2 gundî birînda kirin

A+ A-

DIHOK - Li gundê Xirpê yê qeza Akrê di navbera şeniyên gund û hêzên asayîşê û pêşmergeyan de pevçûnek çekdarî çêbû. Di encama pevçûnê de 2 gûndî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Pevçûna bi çekan hêj didome.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin li gundê Xirpê yê qeza Akrê ya Dihokê, bi çekên keleşnîkof pevçûn derket. Pevçûn di nava şêniyên gundî, polîs, asayîş û pêşmergeyan de pêk hat. Hate zanîn ku ji ber dû roj in berpirsên îdarî yên herêmê dixwazin gund xira bikin û bikin bînahî û bifiroşin. Îro jî hêzek mezin a polîs, asayîş û pêşmerge gund dorpêç kirin û xwestin bi darê zore welatiyan ji gund derxin û bi dozeran xaniyên gund xira bikin. Li hemberî vê yekê jî gûndiyan ev yek qebûl nekir û di encamê de di navbera gûndiyan û polîs, asayîş û pêşmergeyan de pevçûn derket. Di endam de 2 gûndî birîndar bûn û birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî ahagiyên ku gehîşdtine destê me pevçûn hêz jî didome. Ji bo xelkê gund biparêzin li gelek derên din Eşîra Herkî jî bi hewara gundiyan ve çûn.