1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Pêşmergeyek kuştine bê hay û xeber
Pêşmergeyek kuştine bê hay û xeber,pêşmergeyek,kuştine,bê,hay,û,xeber

Pêşmergeyek kuştine bê hay û xeber

A+ A-

HEWLÊR (Amîda Kurd) Hêzên ewlehiyê yên Duzê termê pêşmergeyekî dît, ku digel termê kurdekî din li pesarê hatiye avêtin. Balkêş e ku heta termê pêşmerge hate dîtin di warê windabûna pêşmerge de tu agahî nehatine belavkirin û hîn kes nizane ku ew yek ji pêşmergeyên çûye Kerkûkê ye an na.

Polîsên Duzê dan xuyakirin ku du termên kuştî hatine dîtin. Li gor agahiyan yek ji van terman ê pêşmergeyekî ye, yê din jî kurdekî herêmê ye. Navê her du kesan wekî Îmad Celîl Hemîdo û Elî Salih hatin ragihandin.

Li gor agahiyan şik diçe ser wê yekê ku rêxistinên ereban ev êrîş pêk anîbin. Lê li aliyê din ji ber ku hêj ne zelal e ku ev pêşmerge kengî hatiye revandin, ji ku hatiye revandin, herî dawî li ku peywirdar bû û çima heta niha hêzên pêşmerge der barê windabûna wî de tu agahî nedane çapemeniyê. Guman ew e ku ev pêşmerge yek ji pêşmergeyên çûne Kerkûkê be.

Amîda Kurd