PÎROZ BE!..,pîroz,be

PÎROZ BE!..

Giyana Zerdeştê Kal, navê bedewiyê, kiryara xweş, gotina xweş, ramana xweş im ez

A+ A-

Giyana Zerdeştê Kal 

navê bedewiyê 

kiryara xweş 

gotina xweş 

ramana xweş im ez.

Her sê pirtûkên pîroz lal in 

li ber gotinên min. 

Ferîşte dihesidin ji azadiya min. 

Lewre ew bi Xwedayê xwe 

û ez bi azadiya xwe ve girêdayî me.

Dîrok di roja me de ez di destpêka dîrokê de veşarî me. 

Ez im ev ev ez im!..


Tirsa dilê xudawendan im 

serî pêl nakim li ber ajoyan 

ez ajoyên xwe diajom 

destûr nadim bême ajotin. 

Û dibime armanca tîrên ji agir 

û Gayê Esmanî yê Xwedawendan.

Serbixweyî û azadî ye tirsa wan 

û yê ku dê bibe tunebûna wan. 

Ji lewre ye ev hêrs, 

ji lewre ye ev xezeb. 

Lê xezeb e dijminê xwediyê xwe.


Gilgamêşê hemdemî me 

lê li giyayê bêmiriniyê nagerim. 

Azadî û serbixweyî ye daxwaza min 

yên bêmirin dikin jî her ew. 

Û ew in yên bi min re 

ji zarokatiya min ve mayî. 

Dermanên êşên min 

çekên li destê min in ew. 

Bi hesûdî diparêzim wan 

û tim li wan digerim 

dema ku herî nêzîkî wan im. 

Ev lêgerîn e bêmirinî 

yê din xurê maran. 

Ez im ev, ev ez im!..


Bi vexwarina carek jahra zirgêjnokê 

xwe bêmirin kir Sokrat. 

Lewre dev li ken û digot: 

”Ku venexwim wê demê dimirim”. 

Min hezar carî vexwar heman jahrî ji dêlva we hemuyan. 

Bi êşa min paqij dibe qirêj 

û gemara hezarê salan 

Îsa me li çarmîxan 

bedêla gunehê yekem 

û gunehên giran. 

Ez im ev ev ez im!..


Bi derziyan dikolim bîran 

Di roja teng de digerim li ronahiyan 

Hêrsa xwe di xwe de vedişêrim 

li benda roja xwe… 

Û bi tîrên ji dil û mêjiyên min pekiyayî 

di xwînê de dimîne Gayê Esmanî 

Xudawend har kef li dev çav bi xwîn. 

Giran im ez ne gepek piçûk. 

Ez im ev ev ez im!..


Gerokek serbixwe me li xwe digerim 

Ji bo destpêkeke nû diçim destpêka xwe. 

Di nav gemariyên dîrokê de veşarî ye pîroziyek 

Ji Sumeran mayî 

bingeha şaristanî û zanyariyê 

Ew ez im 

ez ew im 

bêyî wî ne tu ez im. 

Ez im ev ev ez im!..


Li girava mirinê navê jiyanê me ez. 

Di nav dilê jinan de navê hêvî û paqijiyê 

Kelecana li dilê zarokan im. 

Ew in hezkiriyên min ên mezin. 

Û her ew in parazvanên min ên mezin. 

Jin hêviyên xwe 

zarok dilê xwe dibînin 

dema nave min diqîrin. 

Ji lewre ye bêtir deng bi wan dikeve. 

Ez ew im 

ew ez im 

em Kurdistan in. 

Ez im ev ev ez im!..


Goriyê dostaniyên sexte 

rêhevaliyên neşareza me. 

Nankoriyê ji pişt ve lê da derba xwe 

Ji bo gepek nan 

li ber deriyê began 

diewtin mîna segan. 

Xwe bi ser min ve wer kirin 

hêwirin li ser serê min 

Xwedawendên tirsonek 

û evîndarên kujerên xwe 

Dê xwe li ser tunebûna min ava bikin ji nû ve. 

Lê gelo giravek têre dike ji bo bi milyonan dilî? 

Radigire giravek xiyalên bi milyonan zarokî? 

Giravek dikare hilgire hêviyên sedê salan? 

Dikare bike bar û piştî hêstrirê çavên dayikan? 

Dikare xwe ragire li ber qêrîna şervanên azadiyê? 

Lewra ez di wan de veşarî me ne li giravek bêxwedî. 

Lê dawiya her tiştî heye 

û dawiya wan im ez. 

Ji lewre ye ev tirs û ev lerz 

Ez im ev, ev ez!..


Mahabad Felat ARDA 

2009-04-04 

[email protected]


Bêjeyên Miftehî