1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Pîrozbahî Didomin
Pîrozbahî Didomin,pîrozbahî,didomin

Pîrozbahî Didomin

A+ A-

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîha de jinan bi boneya balê bikşînin ser girîngiya 8'ê Adarê û êrîş, zext, binpêkirin û neheqiya li dijî wan pêk tê şermezar bikin derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Jinan li Mêrsîn, Edene, Hezo, Dep, Çinar, Nibêbîn, Misirc, Gimgim, Colemêrg, Kop, Wan, Beygirî, Westan û Îdirê belavok hatin belavkirin, daxuyani hatin dayîn û mîtîng hati li darxistin.

MÊRSÎN

Jinên li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê bi diruşma "Qirkirina jinê, Qirkirina civakê ye" daketin qadan. Jinan li taxa Şevket Sumerê gihiştin hev û mitîng li dar xist. Qada mitîngê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Di mîtîngê de tebdîrên berfireh hate girtin. Aktîvîsta DOKH'ê Bedriye Bukte diyar kir ku jin dê li dijî qirkirinê û çanda tecawizê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.

Di mîtîngê de Parlamentera BDP'î Ayla Akat Ata jî anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka kurd de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Pîştî axaftinan mîtîng bi muzîk û govendê bi dawî bû.

EDENE

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Qada Ugur Mumcuyê mitîng li darxistin. Di mitîngê de sloganên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di qada mitîngê de pankarta "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" vekirin û dowîzên "Jin jiyan azadî", "Ji komkujiya çandê re bes e", "Ji tecrîdê re na" û "Mafê jinan mafê mirovahiyê ye" hilgirtin. Wekîla Seroka Koma BDP'ê Ayla Akat Ata, di mitîngê de axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê û wiha got: "Em dê ji azadbûna jin re ber bi azadbûna civakê ve biçin. Hina li Tirkiyeyê 14 şaredarên me yên jin hene" Piştî axaftina Koma Folklorê ya Raperin derket ser dikê û pişt re jî hûnemenda NÇM'ê Nihat Ay derket ser dikê.

HEZO

Li navçeya Hezo ya Êlihê jî bi heman armancê li Qada Komarê mitîng hate lidarxistin. Jinên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Hezoyê civiyan heta Qada Komarê meşiyan. Di meşê de diruşmên wekî "Jin jiyan azadî" hate berzkirin. Di qada mitîngê de panqarta "Ji bihara jînê ber bi bihara gelan ve" hate daliqandin. Di mîtîngê de Alîkara Şaredarê Hezoyê Nuhat Altan têkildarî dîroka 8'ê Adarê agahî dan. Piştre jî Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel jî balkişand ser têkoşîna jinên kurd. Piştî axaftinan Koma Sorjiyan derket ser dikê.

DEP

Rêxistina BDP'ê ya Depê têkildarî 8'ê Adarê de civînek li dar xist. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Depê Fatma Etdoge di civînê de axivî û wiha got: "Jin li hemberî qedera ji wan re hate çêkirin derketin û têkoşîn dan meşandin. Jinên kurd niha li her qadê wekheviya xwe nişan dan e." Piştî re Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Depê Îsas Gurbuz jî axaftine kin kir û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

ÇINAR

Li Çinar jî bi heman armancê şahiyek pêk hat. Şahiya li ber avahiya BDP'ê ya Çinarê pêk hat pankartên "Tacîz û tecawiz sûc mirovahiyê ne" û "Jina azad civaka azad e" daliqandin. Di şahiyê de sloganên "Jin jiyan azadi" û "Şehît namirin" hatin berzkirin. Endama KCD'ê Meral Atasoy, Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Çinarê, xebatkarên Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Şaredariya Çinarê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çinar A. Kadîr Dogan, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz û bi sedan jin tevlî bûn.

Di axaftinên şahiyê de hatin kirin de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê muhata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin. Piştî axaftinan Dengbej Kurdê, Hanîf û Koma Denge Jinen Azad derketin ser dikê.

NISÊBÎN

Li Nisêbînê jî bi heman armancê bernameyek pêk hat. Meclîsa Jinan a Nisêbînê li gelek taxan pankrat daliqandin. Her wiha vekirina parqê li taxa Dîcleyê pêk anîn. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî tevlî vekirin parqê bû. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di vekirin parqê de axaftine kir û wiha got: "Em îsal 8'ê Adarê bi pîrozbahiyan derbas nakin. Ji ber ku di nav mehekê de navê 70 ciwanên jiyana xwe ji dest dan hatin aşkera kirin û em konên wan ên ser saxiyê ziyaret dikin"

Pişt re jinan ji bo meşa sibê belavok belav kirin. Meş dê sibê saet di 14:00'an de pêk bê.

MISIRC

Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi heman armancê şahî hate lidarxistin. Endama Diwana KCD'ê Dr. Tulay Ozdemîr, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Misircê Mehpare Yeşîlbaş, aktivîstên DOKH'ê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn. Di salona şahiyê de pankratên "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye û ji qirkirina civakê re na", "Jiyan bi renge jine delal dibe" û "Ji qirkirina jine re na" hatin daliqandin û sloganên "Biji serok Apo" û "Jin jiyan azadi" hatin berzkirin. Di şahiyê de Endama Lijneya Diwana KCD'ê Tulay Ozdemîr axaftinek kin kir û bal kişand ser têkoşîna jinê ya ev 30 slan didome û tevkariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.

Piştî axaftina Koma Zaroken Misirce û Koma Gireva Roje derketin ser dikê .

BEYGÎRÎ

Jinan di heman armancê li navçeya Beygiriyê jî şahiyek pêk anî. Gelek jinên li ber avahiya BDP'ê ya Beygiriyêk kom bûn, dawîzên "Jin jîyan azadî", "Dê jin bibe pêşengê yekîtiya Jinan", "El Tayyip El Kaddafi", "Bila girtîgeha îmralî bê girtin", "Ji bo aştiyê qirnê me yê dawî ye" û "Serokatiya Azad, jina azad" bilimd kirin û "Jin jîyan azadî”, “Ji jinê re azadrî" û “Bê Serok jîyan na be” berz kirin û heta avahiya şaredariyê meşiyan. Li vir li ser navê jinan rêvebera BDP'ê ya Beygiriyê Safure Guneş, axivî û diyar kir ku şîdeta li dijî jinê û jinên kurd bi awayekî rêk û pêk ji aliyê hikûmet û dewletê ve pêk tê. Piştî axaftinan Şahî bi muzîkê bi dawî bû.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi sedan li ber avahiya BDP'ê ya Gimgimê kom bûn û pankarta "Ji Serokatiyê re azadî, xweseriya demokratik", "Qirkirına jinê qirkirana civakê ye, em çanda destdirejîye têk bibin civaka azad û demokratik bi afirînin" vekirin û dirûşmeyên "Jin jîyan azadî", "Bê serok jiyan nabe" berz birik. Endamên jin ên SES û Egîtîm Senê jî piştgiri dan. Li vir Hevsera BDP'ê ya Gimgimê Halîme Çoşkun, diyar kir ku azadiya kurdan û jinê bi hev ve girêdayi ye û divê bi hevre çareser bibe. Pişt re şahî li avahiya BDP'ê bi muzîkê berdewam kir.

ÎDIR

Li Bajoka Xoşxeberê jî jinê ku li ber avahiya BDP'ê ya BajarokKe li hev kom bûn şahiyek pêk anîn. Jinan pankartên "Jin jiyan azadi" , "8'ê Adarê pîroz be" vekirin û dirûşmeyên "jin jiyan azadî" berrz kirin.

WESTAN

Li navçeya Westanê jî jinan li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclîsa Giştî ya Bajar Aynur Tarhan, li vir daxuyanî xwend û roja 8'ê Adare li hemû jinan pîroz kir.

WAN

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Wanê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Endama Komîsyona ÎHD Pinar Atalay li ser girîgiya 8'ê Atarê û dîroka wê axivî û anî ziman ku şîdeta li dijî jinan hêj didome.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de Hevsoka BDP'ê ya Kopê Mahinur Taş û endamên jin ên saziyan ji bo mîtînga ku sibê saet di 11.00’an de li Termîama Otobusan a Kopê pêk bê belavok belav kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî endamên Komîsyona Jinan a KESK'ê li salona KESK'ê bi heman armancê ji bo meşa bi meşaleyî ku sibê pêk bîne banga tevlêbûnê kir.

DÎHA (ay/ft/mae)


Bêjeyên Miftehî