1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qedexe rabûn, lê dagirkerî didome
Qedexe rabûn, lê dagirkerî didome,qedexe,rabûn,lê,dagirkerî,didome

Qedexe rabûn, lê dagirkerî didome

A+ A-

COLEMÊRG (DİHA) - Li navçeya Geverê her çend di nava rojê de qedexeya derketina kolanan rabûbe jî dagirkerî û gefên hêzên dewletê li ser welatiyan didome. Welatiyên vedigerin malên xwe rastî tacîz û êrîşên keyfî yên polîs û leşkeran tên.

Li navçeya Geverê ya Colemêrê êrîşên hêzên dewletê di roja 79'an de bi dawî bû. Piştî êrîş bi dawî bûn qedexeya kolanan di saetên rojê de bi dawî bûn. Li Geverê ku 5 rojin qedexe rabûne û welatî hewl didin vegerin malên xwe dagirkerî û dorpêça leşker û polîsan li ser welatiyan berdewam dike. Hêzên dewletê bi maşîneyên zirxî li nava kolanan digerin û tax dorpêç kirine. Welatiyên vedigerin malên xwe rastî astengî, tundî, gef û tacîzên leşker û polîsan tên. Bi taybetî welatiyên ji navçeya Şemzînan, Bajirgeh, Oremar û herêma milê Wanê tên, di nokteyên kontrolê yên polîs û leşkeran re derbas dibin. Welatî û maşîneyên wan yek bi yek di lêgerînê re derbas dibe û dorên dirê tên avakirin. Polîs û leşker ji bilî lêgerînê neheqî û gefan jî li welatiyan dixwin.

Polîs û leşkerên ku nokteyên lêgerînê ava kirine û li nasnameya welatiyan dinerin, lîsteya ku ji nêzî sed kesan pêk tê di destê xwe de digirin. Tê gotin ku kesên der barê wan de biryara girtinê heye li wan digerin.

Li taxên nava bajar jî li her kolanê maşîneyek zirxî digere û welatiyên di tax û kolanan re derbas dibe bi awayekî keyfî radiwestîne. Polîs bi awayekî keyfî nasnameya welatiyan di GBT'ê de rerbas dike. Welatî rastî gef û tacîzê tên.

Ji 10 mehan carekê polîsên taybet hene

Polîsên ku dixwazin aloziyê derxin ji her 10 dk carekê bi maşînên zirxî yên komba û akrebê li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Dize, hala kevn, Kişya û Mezarlikê digerin. Tîmên taybet ku ji 10 metreyan li cihekî bi cih bûne gefan li welatiyan dixwin. Tîmên taybet ku çeka wan di destê wan de û tiliya wan li ser tetîk hêza xwe ya dagirkeriyê nişan didin.

Polîs û tîmên taybet li kolanên Cengiz Topel û Îpekyolê û rêya Şemzinanê li nokteyên diyar bi cih bûne.

Li kolana Cengiz Topelê jî nêzî 100 metre du alî bariyer hatine danîn.

(mae)