1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qedexe rabûn, lê polîs nahêle welatî têkevin kolanên Sûrê
Qedexe rabûn, lê polîs nahêle welatî têkevin kolanên Sûrê,qedexe,rabûn,lê,polîs,nahêle,welatî,têkevin,kolanên,sûrê

Qedexe rabûn, lê polîs nahêle welatî têkevin kolanên Sûrê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Walitiya Amedê daxuyand ku saet di 08:00'an de li 14 kolanên Sûrê qedexe rabû. Lê polîs nehêlin welatî bikeve nava kolana û welatiyan radiwestîne.

Hêzên dewletê di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê "Qedexeya derketina kolana" îlan kir û heta duh li 6 taxa berdewam dikir. Walîdiyê duh daxuyanî da û diyar kir ku li 14' kolanên taxên Şavaş, Dabanoglu û Fatîhpaşa seat ji 80:00'an û şûnde qedexe hatiye rakirin. Lê gelê Sûrê yê ku ji bo dîtina malên xwe çûn kolanên ku qaşo qedexe rabûye ji aliyê nokteyên polîsan ve hatin rawestandin. Carcar di nava polîs û gel de rageşî derket. Gel tenê dikare biçe du kolanê destpêkê yê Fatîhpaşa yê. Gelê ku li wir çûyîn malên xwe rastî malên tarûmar kirî hatin. Malên wan ji aliyê polîsan ve hatibûn ruxadin û di hinek malan de şuşeyên araqê hatin dîtin. Kolanên ku qedexe rabûn jî hemû di bin kontola polîsan de ne.

(bî-rd/mae )