1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. "Qendîl Deriyê Şerê Sûrî ye"
"Qendîl Deriyê Şerê Sûrî ye",qendîl,deriyê,şerê,sûrî,ye

"Qendîl Deriyê Şerê Sûrî ye"

A+ A-

TEHRAN - Di malpera Sipahê Pasdaran (pasewanên şoreşê) de rayedarek leşkerî yê payebilind ku nasnameya xwe aşkera nekir, got: “Ger artêşa Tirk êrîşî Sûriyeyê bike, em jî li dijî Tirkiyeyê şer îlan bike. Mudaxaleya leşkerî ya li dijî Sûriyeyê, di heman demê de tê wateya şerê li dijî Îranê jî.”

Rayedarê leşkerî yê rejîma Îranê diyar kir ku herêma Qendîlê ya di bin pişkinîn û kintrola gerîlayên PKK û PJAK’ê de, xwedî girîngiyeke stratejîk e û wiha pêde çû: “Wergirtin û kintrolkirina vê herêmê ji bo Îranê girîng e.”

Rayedarê leşkerî got ku li dijî Sûriyeyê di mudaxaleya leşkerî ya dewleta Tirk û DYA’yê de di serî de Qendîl, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo dewleta Îranê deriyê vebûn û têketina Sûriyeyê ye, lewre ji bo Qendîlê pêdagir in.

Rayedarê leşkerî yê li qada Saloxgeriyê/sîxuriyê ya Biryargeha Hamze de ya girêdayî Biryargeha Sipayê Pasdaran de cih digire, gef li Herêma Federal a Kurdistanê xwar û got: “Ger DYA û Tirkiye li dijî Sûriyeyê mudaxaleya leşkerî pêk bîne, em ê Herêma Federal a Kurdistanê veguherîne Efxanistanê; em ê baregehên leşkerî û bazirganî yên DYA û Tirkiyeyê yên li herêma Kurd hedef bigirin.”

Rayedarê leşkerî yê rejîma Îranê di daxwiyaniya xwe ya da malpera navborî de got: “Dewleta Tirk li Sûriyeyê gef xwar. Li dijî Sûriyeyê mudaxaleya dewleta Tirk, di heman demê de tê wateya şerê li dijî Îranê jî. Ger artêşa Tirk bikeve Sûriyeyê, em jî li dijî Tirkiyeyê şer îlan dikin. Her wiha em ê bi hemû hêza xwe ya leşkerî piştgirî bidin Sûriyeyê. Li wir em ê bi DYA û hevkarê wê dewleta Tirk re şer bikin.”

Lê belê nûçeya ku di çarçoveya agahiyên peywirdarê sîxurî de hatibû amade kirin, piştî demekê ji malperê bi temamî hat rakirin. Di daxwiyaniya ji aliyê rêveberiya malperê ve hat kirin de, hat gotin ku nûçe bi şaşî hatiye weşandin û ev nûçe ne nêrînên Sipayê Pasdaran e.

Li gor çavdêrên siyasî rejîma Îranê bi vê daxwiyaniya tehdîdwarî re hem dixwaze di êrîş û operasyonên dijî gelê Kurd de hevkariya xwe û Tirkiye û DYA’yê biniximîne, hem jî dixwaze bi gefan vê hevkariyê bide berdewamkirin. Li aliyekê din dixwaze hewldana dagirkirina Herêmên Parastinê Medyayê, bi hinceta alîkariya hevkarê xwe rejîma Sûriyeyê rewa bide nîşandan.