1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qendîl Tê Valakirin
Qendîl Tê Valakirin,qendîl,tê,valakirin

Qendîl Tê Valakirin

Bi bombebaranên Îran û Tirkiyeyê re bi lez valakirina gundên Qendîlê tê armanckirin. Valakirina gundan zemîna dagirkirina bi tevahî jî dixe rojevê. Piştî ku balafiran dest bi bombebarana gundan kirin, ajansên bakur û başûr nûçeyên şehîdketina gundan belavkirin û nûçeyên ku gund vala dibin li pey hev tên weşandin.

A+ A-

HEWLÊR - Hat îdîakirin ku Parlementoya Iraqê di 20’ê tebaxê de biryar da ku 30 milyon dînarê Iraqî bide malbatên ku ser sînor koçber dibin û yê koçber bibin. Her wiha li gor heman îdîayên parlementoya Iraqê ev kar daye 3 parlementeran.

Li gor nûçeya malpera Çawder a li Başûrê Kurdistanê weşandê dike, parlementoya Iraqê biryar da ku 30 milyon dînarn Iraqî bide her malbatek ên li ser sînor koçber bûne an jî wê koçber bibin. Li gor nûçeyê Parlementoyê di 20’ê tebaxê de ev biryar daye û ji bo vê biryarê 3 parlementer hatine peywirdarkirin.

RÛDAW: 124 GUND HATINE VALAKIRIN

Balkêş bû ku malpera Rûdaw jî di nûçeya xwe de ragihand ku di encama êrişa artêşa Tirk a di 17’ê tebaxê de dest pê kir û heta niha tenê li derdorê navçeya Amêdî ya Dihokê 117 gund hatin valakirin. Her wiha li gor heman nûçeyê li aliyê Qendîl û Sîdekanê jî 7 gundên din jî koçber bûne.

BALAFIR LI GUNDAN DIXIN

Her wiha çavkaniyên ANF’ê piştrast kirin ku gelek gundên derdorê Amêdî û Heftenûnê hatine valakirin. Li gorî agahiyên rojnamevan Omer Mihemed Omer dane ANF’ê piraniya gundên Mêrga Çiya, Yekmalê, Hêsê, Xirabe, Şêlaza, Dergelê, Pîrka, Bêşîlê, Bêlîzanê, Bazê yên li qutara çiyayê Metîna hatine valakirin. Omer diyar kir ku li derdora Heftanûnê, Keşanê nêzî 10-15 gund vala bûne. Omer da diyarkirin ku duh jî li gundên bi navê Xirabe û gelek gundê derdordê jî dane.

Li gor agahiyên Omer ji gundiyên herêmê girtine, gundî neçar dimînin ku dest gundê xwe berdin, tenê hinek zilam ji bo li baxçeyan binêrin li deverê dimînin.

PIREK HATIYE RÛXANDIN

Omer derbarê topbaranê de diyar dike ku sê roj e bombebaran û topbarana Artêşa Tirk a li ser sînorê Amêdî berdewam dikee û van agahiyan da: ''Di encama van bombebaranan de zerareke zêde ya maddî gihaye xelkê deverê û pira Baloka a Berwarî û Nêrwehê jî hatiye rûxandin.''

JI BILÎ 7 GUNDÊN SÎDEKAN 117 GUNDÊN AMÊDIYÊ HATINE VALAKIRIN

Êrişên artêşa Tirk herî zêde gundên li qûtara Qendîlê ango yên navçeya Pişder, sînorê bajaroka Sîdekan, Wertê û Amêdî ya Dihokê dike hedef. Li gorî agahiyan herî zêde 117 gund koçber kirine ji xeynî 7 gundên din li navçeya Sîdekan ku koçber bûne û topên Tirkan jî 5 km li nêzîkê bajaroka Sîdekanê ketine.

Çar roj in artêşa Tirk derdora bajarokên Nêrwe, Rêkan, Nihêlê Berwariya Bilind ên navçeya Amêdî ya Dihokê bombebaran û topbaran dike, roj bi roj jî nêzîkî gund û daniştvanên navçeyê dibe. Li gor çavkaniyan 117 gundên wê navçeyê ketine ber êrîşên Tirkiyê û koçber bûne, nikarin vegerin gundên.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî