1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qers diqerise!..
Qers diqerise!..,qers,diqerise

Qers diqerise!..

Herêma Serhedê diqerise

A+ A-

Barîna berfê û hewaya sar bandoreke neyînî li ser herêma Serhede dike. Herêma ku riyên bi dehan gundan hatiye girtin, hewaya sar li Qersê di binê sifirê de 24 derece ye.

Hewaya sar a ku li ser Navenda Deryaya Spî hat û herêm kir bin bandora xwe, bandoreke neyîni li ser herêmê dike. Bandora Berfa zêde û hewaya sar hema bêje li herêma Serhedê jiyan tevizand. Li herêmê dereceya herî ger ya hewaya, li Qersê di bin sifirê de 24, li Erziromê di bin sifirê de 21, li Agiriyê di bin sifirê de 17, li Ardahanê 12, li Erzinganê 7 û li Îdirê 2 derece hat pîvan. Li herêmê qalinaya berfê li Navenda Şiqitandinê a Bayraktepe 65, li navçeya Sarikamîşê 50, li Navenda Şiqitandinê a Palandokenê 40, li Erziromê 10, li Qersê 9, û li Ardahanê jî 5 santîmî hat pîvan. Ji ber barîna berfê, li Wanê riya 52 gundan, li Erzirumê 15 û li Agiriyê 15, bi tevahî riya 82 gundan hat girtin. Xebatên ji bo vekirina riyên gundan berdewam dikin.

(aw/mae)


Bêjeyên Miftehî