1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Qesir neyê restorekirin dê hilweşe
Qesir neyê restorekirin dê hilweşe,qesir,neyê,restorekirin,dê,hilweşe

Qesir neyê restorekirin dê hilweşe

A+ A-

Ger ku qesra Keyme ya ji aliyê Şêxê Nakşîbendî ve hate sazkirin neyê restorekirin dê hilweşe û dîrok û çandek winda bibe. Ji ber ku qesr terkî wêraniyê hatiye kirin her ku diçe hildiweşe. Ji bo parastina qesrê Midûrê Muzeyê û rayedarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê dest bi xebatê kirin.

Qesra Qeyme ya ji aliyê Şêxê Nakşîbendî li gundê Nehrî yê girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê ye hatiye avakirin, roj bi roj hildiweşe û wêran dibe. Bi wêrankirina vê qesrê re dîrok û çand winda dibe. Qesra ku piştî serhildana Şêx Ubeydullah a 1880'an ji aliyê Şeyh Ubeydullah Şeyh M. Sidik û Seyit Abdullah ve di salên 1890-1910'an de hate avakirin, ji ber ku nayê parastin niha roj bi roj xera dibe. Piştî ajansa me li ser wê nûçeyek çêkir, Midûrê Muzeya Wanê û Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ketin nava lêkolînê.

Zanîngehê lêkolîn dest pê kir

Piştî ku hîndekarên Yuzulcu Yilê dest bi lêkolînê kirin agahî dan. Hînkarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Yuzunu Yilê Alk. Doç. Dr. Mehmet Top, anî ziman ku piştî paqijî hate kirin û neyê restorekirin dê hemû qesr hilweşe. Top, anî ziman ku mîmariya qesrê li herêmê mînaka herî xweşik û pêşketiye û wiha got: "Vir hem ji aliyê turîzma baweriyê û hem jî ji aliyê turîzma çand û dîrokê ve gelek girîng e. Bi taybetî di sedsala 18-19'an mezkenê tarîkata Nakşîbendî ye. Nakşîbendî li vir kar û barê xwe û xebata xwe kiriye. Şopa çand, bîr û baweriya wan li vir hatiye hûnandin. Niha xebatê me li ser Qesra Kayme û Kelatê didome.

'Ger ku neyê restorekirin dê hilweşe'

Top, anî ziman ku ger qesr neyê restokerikin dê hilweşe. Top, anî ziman ku niha ew lêkolîn û amadekariyê restoreyê dikin û wiha axivî. "Heta 31'ê tîrmehê dê xebatê me yê paqijî û amadekariyê bi dawî bibin. Lê piştî amadekariyên me yên lêkolîn û paqijiyê divê teqez vir bê restorekirin."

Arkeolokê Muzeya Wanê Harun Kuçukaydin jî anî ziman ku wan bi alkîkariya 3 arkeologê pispor û 12 kesan li Qesra Kayme dest bi lêkolînêkirine." DÎHA (mae)