1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Qewdek Sosretî ya Yaşar Eroglu
Qewdek Sosretî ya Yaşar Eroglu,qewdek,sosretî,ya,yaşar,eroglu

Qewdek Sosretî ya Yaşar Eroglu

A+ A-

Qewdek Sosretî pirtûkeke berhevkariyê ye. Ji nav nivîsên weşandî yên di rojname û malperan de cih hatine dayîn ji yên salên 2007- 2008’an hatine hilbijartin. Pirtûk gerekî di nav dad û darizandin û lêpirsînên hêzên ewlekarî, dozgerî û dageriya dewleta tirk a li dijî gel û pêşengên gelê kurd qewimîne de dike. Bi piranî sosretî û ecêbî di vê rêwîtiyê de derketine pêş nivîskar. Nivîskar li ser van sosretî û ecêbiyan rawestiyaye, fikrek jê re çêbûye û ev fikra xwe li ser kaxizên spî, reş kiriye û bi me re parve kiriye.

Bi rastî jî mirov dikeve nav rûpelên pirtûkê, mirov baş dibîne ku ligel van neheqiyê derketinê pêş kurdan, kurd hê jî dijîn û li ser piyan in, nexwe kurd ceger pola ne û pesindayînê heq dikin. Ji çîçek û xemilandina şaredariyan bigirin heta şîna li ser zarokên xwe kurd di bin çiqas zext û bêdayiyê de ne weke şerîdê fîlmekê li ber çavên mirov re derbas dibe. Ev merasimeke ji bûyerên bêdadiyê ye. Bi sirûdên xwe, bi mehterên xwe, bi kinc, çek û rextên xwe di her bûyerê de di ber çavên mirov re derbas dibin. Di bin sakoyê dozger û dadgeran de çiqas çiqas hêza dewletê ya leşkerî û desthilatdarî heye eşkere tê dîtin. Mirov xwe bi xwe re difikire, dibêje, ka edaleta dinyayê? Ev dinya ji eyarê xwe derketiye. Nivîskar jî wisa kiriye. Lê dewsa ku pirs bike riyek dîtiye û ev sosretî û ecêbî pêşkêşî bala me kirine.

Riya ragihandina me riyeke serkeftî ye. Ev tiştên bûne jixwe mîzaha reş in. Gelek caran li rastî me tên lê em hîn bûne, êdî venagerin lê nanêrin an jî naxwînin. Ev bûyer bi rengekî weke kronolojiyekî li pirtûkê bihatana barkirin bala me nedikişand û me berê xwe dikaribû biziviranda. Lê terzê nivîskar ragihandiye me em bivê nevê vedigerin lê dinêrin, dixwînin, dibeşîşin û difikirin. Bi vê yekê re careke din bîra xwe nû dikin û bi bîr tînin.
Nivîskar terzê mîzahê û bi riya îroniyê bûyer û tiştên ku hatine weşandin derpêş kirine. Mayîna bêserî ji van yek mînak e. Dozger mayîna teqyayî davêje ser Îranê, Qereqol davêje ser eşîretan. Nivîskar vê yekê wiha karîkaturîze dike: Mayînên berdûş riya xwe şaş kirine derbasî sînorê Tirkiyeyê bûne. Qereqol rast dibêjê, di destên eşîretan de keştiyên bin behrê hene dibe ku mayînan jî çêkin û xwe biparêzin. Propogandaya PKK’ê ya ku Îbrahîm Guçlu kiriye, lêpisîna ji bo birêz Barzanî, darizandina miriyan û gelek bûyerên bi vî rengî bi riya îroniyê hatine pêşkêşkirin.

Taybetiyeke vê pirtûkê heye, nivîskar her nivîsên xwe bi belge kirine û spartiye delîl û mesnetan. Bê gotin pirtûk di qada xwe de cureyekî yekemîn e, di cih de ye. Di vê qadê de bi vî cureyî pirtûkên bi kurdî weşandî nîn in.

Qewdek Sosretî pirtûka nivîskar a duyemîn e.

Pirtûk 128 rûpel e. Di tîrmeha 2011’an de, di rêza ‘Berhevkarî’yê ya Weşanên Aram de derketiye pêş xwendevanan û li benda xwendevanên xwe ye. Heke hûn jî bixwazin ji vê pirtûkê sûd wergirin, bi lez jê nemînin.