1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. ”Qeyd”ê Xelata Yekemîn Wergirt
”Qeyd”ê Xelata Yekemîn Wergirt,qeyd,ê,xelata,yekemîn,wergirt

”Qeyd”ê Xelata Yekemîn Wergirt

A+ A-

Di Pêşbaziya Nivîskariya Lîstikan a kurdî de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin, Zana Jarr Kiliç bi çîroka xwe ya bi navê ”Qeyd” xelata yekemîn wergirt.

Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydmîr, di dema dayina xelatê de bang li nivîskaran kir û got: ”Binivîsin, pênûs û lênûska we heye. Ez hêvîdar im ji bo pêşbaziya sala 2012’an bi sedan berendam serî lê bidin.

Di pêşbaziya ku 19 nivîskar bi 22 berheman beşdar bûbûn de, li gel xelata yekem, duyem û sêyem, du berhem jî hêjayî xelata mansiyonê hatin dîtin.

Xelata yekem Zana Jarr Kiliç bi çîroka xwe ya bi navê ”Qeyd” wergirt. Yakûp Tilermenî bi berhema xwe ya bi navê “Danişîna Zimanekî'” xelata duyem wergirt. Yusuf Unay jî bi berhema xwe ya bi navê “Forsa Şêrko” xelata sêyem wergirt. Di pêşbaziyê de berhema bi navê ”Hesreta Hezkirinê” ya Ayhan Yildiz û berhema bi navê ”Evdalê Zeynikê” ya Kemal Orgun jî hêjayî xelata mansiyonê hatin dîtin.

Xelatên Pêşbaziya Nivîskariya Lîstikan li Salona Teatrê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi merasîmekê hatin dayîn. Pêşbazî ji bo bîranîna nivîskarê yekem metna teatra kurdî Memê Alan, Evdirehîm Rehmi Hekarî hat lidarxistin.

Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemir, berendama serbixwe ya parlamenteriyê ya bajarê Wanê ya Bloka Ked, Azadî, û Demokrasiyê Aysel Tugluk, berendamê serbixwe yê Dêrsimê Ferhat Tunç, Lijneya Hewldana PENa Kurd, Nûnerê PENa Tirkiyeyê yê Amedê Şêxmûs Dîken, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Devîren, Berpirsê Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş û gelek kes beşarê merasîma xelatdayîna pêşbaziyê bûn.

Memê Alan hat lîstin

Beriya xelat bêne dayîn, lîstika bi navê Memê Alan ku li ser mijara kujeriya ji bo namûsê radiweste, ji aliyê lîstikvanên Teatra Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lîstin.

Çavkanî: http://www.diyarbakir.bel.tr/NewsDetail.aspx?ID=4609&natid=0 Werger: Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî