1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Qeydên deng ên Doza Aûschwîtz êdî li ser înternetê ne
Qeydên deng ên Doza Aûschwîtz êdî li ser înternetê ne,qeydên,deng,ên,doza,aûschwîtz,êdî,li,ser,înternetê,ne

Qeydên deng ên Doza Aûschwîtz êdî li ser înternetê ne

A+ A-

FRANKFÛRT 08.10.2013 07:44:40 Qeydên deng ên doza Kampa Komkirinê ya Aûschwîtz, ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de komkujiya herî mezin lê rû da, di înternetê de hatin weşandin. Di qeydên ku ji aliyê Enstîtuya Frîtz-Baûer ve hatin weşandin de, dengê şahidên ji kampê bi saxî filitîn, sûbayên SS û şahidên din ên beşdarî doza beriya 50 salan bûn, tê bihîstin.

Qeydên deng ên Doza Aûschwîtz ku piştî Elmanya Nazî di serî de Cihû û Roman bi milyonan mirov qetil kir, di sala 1963'an de hat dîtin, di malpera înternetê ya bi navê www.auschwitz-prozess.de de hatin weşandin. Piştî ku qeydên deng hatin weşandin, hat ragihandin ku malper ji ber serdana zêde xetimiye. Qeydên ku bi wesîleya salvegera 50. a dozê ji Arşîva Eyaleta Hessenê hatin wergirtin, ji îfadeyên şahid û tawanbaran ên li ser bûyerên li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê rû dan, pêk tê.

Doza li ser Kampa Aûschwîtz ku tê de 1,2 milyon mirov hatin qetilkirin, di navbera salên 1963 û 1965'an de hatibû dîtin û 20 berpirsyarên siyasî û leşkerî yên dema Nazî hatibûn darizandin. Qeydên deng ên darizandinên Aûschwîtzê ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Frakfûrtê ve dewrî Arşîva Hessenê hatibû kirin.

Di sala 2003'an de, qeydên deng ên 430 saetan ên rûniştina darizandina yek ji sûbayên SS Robert Mûlka, ku perçeyek ji Doza Aûschwîtz bû, di formata DVD de hatibû amadekirin.