1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Qonaxa fînalê: Reqqa
Qonaxa fînalê: Reqqa,qonaxa,fînalê,reqqa

Qonaxa fînalê: Reqqa

Operasyona gengaz a ji bo rizgarkirina Reqqayê, ku bajarê herî girîng ê li Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de ye, rojeva bingehîn a Rojava ye

A+ A-

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN - AMED DÎCLE Li aliyekî li herêma Şehbayê şer dewam dike, li aliyê din jî ji bo operasyona Reqqayê liv û tevgera siyasî, leşkerî û dîplomatîk bênavber dewam dike.

Tê payîn, operasyona rizgarkirina Reqqayê beriya hilbijartinên DYA dest pê bike. Ji ber ku demeke kurt ji hilbijartinê re maye, operasyon dikare di her kêliyê de dest pê bike.

WÊ TIRKIYE TEVLÎ OPERASYONÊ NEYÊ KIRIN

Dewleta Tirk, ji bo hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê di nava vê operasyonê de cih negirin, gelekî hewl da. Erdogan gelek caran eşkere kir ku di vî warî de bi Obama re axiviye. Lê vê hewldana Tirkan encam neguhertin. Ji xwe li herêmê û cîhanê kes bawer nake, ku Tirkiye bi rastî li dijî DAIŞ'ê şer bike. Daxuyaniyên ji ber dîplomasiyê tên dayîn, rastiyan nîşan nadin. Ji ber vê yekê, Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê nehat kirin, wê tevlî ya Reqqayê jî neyê kirin.

DYA Û O HÊZÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ WÊ OPERASYONÊ BIMEŞÎNIN

Operasyona Reqqayê wê ji hewayê ve ji aliyê koalîsyonê, ji erdê ve jî ji aliyê Hêzên Bakurê Sûriyeyê ve were meşandin, ku YPG jî di nav de ye. Rayedarên DYA'yî beriya niha bi demekê hatin Rojava û detayên operasyonê bi mûtaxabên xwe re axivîn.

Nayê payîn ku operason di nava demeke kurt de bê qedandin. DAIŞ wê li vê derê hewldanên xwe yên dawî bike. Ji ber ku operasyona Mûsilê wê di heman demê de dewam bike, cihekî ku DAIŞ bireve nîne û bixwaze nexwaze jî wê şerê man-nemanê bimeşîne.

PAQIJKIRINA REQQA JI DAIŞ'Ê JI BO ROJAVA Û BAKURÊ SÛRIYEYÊ DI ASTA JIYANÎ DE GIRÎNG E

Rizgarkiriina Reqqa ji DAIŞ'ê, ji bo Rojava û bakurê Sûriyeyê di asta jiyanî de girîng e. Wê were wateya, ji binî rakirina koka xeteriyeke mezin. Piştî ku bajar hate rizgarkirin, mîna Minbic, Til Ebyad, Şedaddê wê radesî vîn û însiyatîfa serdest a gel bê kirin.

Ev operasyon wê gefa DAIŞ'ê beralî bike û modela siyasî û leşkerî ya Rojava û bakurê Sûriyeyê jî ji bo hemû Sûriyeyê weke bijarteyeke alternatîf were pêşkêşkirin.

Reqqa bi taybetî ji bo hêzên Rojava girîng e. Têkiliyên heta niha yên bi DYA û cîhana rojava re, dibe ku piştî vê operasyonê ji rewşa taktîkî derkevin û veguherin asta siyasî stratejîk.

TIRKIYE JI BO LI DIJÎ ROJAVA ŞER BIKE DIXWAZE TEVLÎ OPERASYONÊ BIBE

Tirkiye ne li dijî DAIŞ'ê, ji bo li dijî Rojava şer bike xwest tevlî vê operasyonê bibe. Tevlîbûna hêzên Rojavayî li vê operasyonê, ev plana Tirkiyeyê têk bir.

DIJMINÊ SEREKE YÊ ROJAVA ÊDÎ NE DAIŞ E, TIRKIYE YE!

Di rewşa heyî de dijminê herî girîng ê Rojava êdî ne DAIŞ e. DAIŞ ji wê astê derketiye. Piştî şerekî dijwar ê 3 salan, DAIŞ niha li Reqqayê hatiye asê kirin. Di rewşa heyî de dijminê herî mezin û herî girîng ê Rojava û Bakurê Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Ev yek ne ji ber daxwaza Rojava rû daye, ev yek encama siyaseteke Tirkiyeyê a dijminatiya li Kurdan e. Tirkiyeyê berê bi destê DAIŞ'ê ev dijminatî dikir. DAIŞ êdî bûye çekek bêkêr. Lewma dewleta Tirk tevî artêşa xwe vê dijminatiyê dike.

Tevlînebûna Tirkiyeyê li operasyona Reqqayê ji her alî ve ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê destketî ye. Lê ev rewş nayê wê wateyê ku Tirkiyeyê dest ji hemû planên xwe berdaye. Tirkiye wê li xeta Ceablûs, Azez û Mareyê ku dagir kiriye, wê bikeve nava hin hewldanan. Ji xwe bi awayekî vekirî eşkere dikin, ew dixwazin Bab û Minbicê bi dest bixin. Piştî ku operasyona Reqqayê dest pê kir, tê payîn ku Tirkiye hin êrîşan bibe ser Rojava.

NEPÊKAN E TIRKIYE MINBICÊ DAGIR BIKE

Hesabekî din ê Tirkiyeyê, Minbic e. Nepêkan e ku Tirkiye Minbicê ji destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxîne. Êrîşeke gengaz a li dijî Minbicê wê rê li ber berxwedaneke gelekî mezin veke. Di serî DYA, hemû hêzên navneteweyî li dijî vê hewldana Tirkan disekinin. Rayedarên DYA'yî polîtîkayên xwe yên di vî warî de ji rayedarên Tirk û hêzên li herêmê re ragihandiye. Bi kurt û kurmancî; dagirkirina Minbicê ji aliyê Tirkiyeyê ve di warê leşkerî, siyasî û dîplomatîk de nepêkan e.

Ji bo Babê, hê ne diyar e kî wê bikevin nava bajêr. Nêzîbûna li hev a Tirkiye û Rûsyayê, lihevnekirina Rûsya û DYA, hevsengiyên li herêmê guhertiye. Tirkiye dixwaze Babê dagir bike û li ber Hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bisekine. Tê gotin, berxwedêrên li herêma Şehbayê jî xwe li gorî vê rewşê amade dikin. Operasyona rizgarkirina Reqqayê wê tevgera li Şehbayê kêm neke, berevajî wê zêde bike.

ENCAMÊN SIYASÎ YÊN OPERASYONA REQQAYÊ

Navenda vê tevgear li herêmê bêguman wê Reqqa be. Encamên siyasî yên operaysona leşkerî ya ber bi Reqqayê ve wê siberoja Sûriyeyê diyar bike. Pêwîste nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê li vê operasyonê bi baldarî were şopandin. Ji xwe piştî ku derba mirinê li DAIŞ'ê hate xistn, wê siberoja Sûriyeyê bibe rojeva bingehîn. Û yê li ser rûyê erdê xurt be, wê bêhtir xwedî mafê gotinê be.

GELÊN ROJAVA Û BAKURÊ SÛRIYEYÊ WÊ VÎNA XWE YA SIYASÎ RAGIHÎNIN

Bi kurtasî; operasyona ji bo rizgarkirina Reqqayê û paqijkirina vê derê ji DAIŞ'ê, we ne tenê gaveke leşkerî be. Ev operasyon wê planên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê, têkiliyên DYA-Koalîsyonê û Rojava-Bakurê Sûriyeyê, planên rêveberiya Şamê û Rûsyayê, bi kurt û kurmancî wê siberoja Sûriyeyê diyar bike. Ji ber vê yekê wê Reqqa 'qonaxa fînalê' be. Lê ev qonax wê neyê wateya bidawîbûna lîstikê. Wê rê li ber destpêkirina lîstikên nû veke. Ji ber ku li erdnîgariya Sûriyeyê gelek hesabên bên dîtin hene. Gelek hêz niha giraniyê didin ser hesabên piştî DAIŞ'ê. Paqijkirina herêmê ji DAIŞ'ê girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiyê û avabûna Sûriyeyeke demokratîk hê dem heye.

Xuya ye Hêzên Bakurê Sûriyeyê wê bi vê operasyonê re bajêr ji barbarên DAIŞ'ê paqij bikin. Ev ê bibe sedem ku Hêzên Bakurê Sûriyeyê bibe hêza herî girîng a Sûriyeyê ya dest jê nayê berdan.

Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê di nava vê operasyonê de vîna xwe ya siyasî bi modeleke demokratîk ji cîhanê re eşkere bikin. Ev pêşketinên leşkerî û siyasî wê paralelî hev di demeke nêz de bêhtir bi lez bimeşin.


Bêjeyên Miftehî