1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. QSD: Pêngava nû dê DAIŞ'ê parçe bike
QSD: Pêngava nû dê DAIŞ'ê parçe bike,qsd,pêngava,nû,dê,daiş,ê,parçe,bike

QSD: Pêngava nû dê DAIŞ'ê parçe bike

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR KOBANÊ (DÎHA) – Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê li başûrê Kobanê pêngaveke nû ya rizgarkirinê li hemberî DAIŞ'ê da destpêkirin. Berdevkê QSD'ê yê Kobanê Şerwan Derwîş da zanîn ku wan ev pêngav li ser daxwaza gelên herêmê daye destpê kirin û derbarê armanca pêngavê de wiha axivî: "Ev pêngav dê xeta Rakka ji Minbîç, Cerablus û Babê (Herêma Şehba) ji hev qut bike. Eger em vê xetê qut bikin dê DAIŞ bibe du perçe. Ji ber vê yekê ev pêngaveke stratejîk e." Piştî pêngava yekemîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li herêma Hol û Hesekê ku derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê da, niha jî QSD'ê li başûrê Kobanê ji bo gundên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de rizgar bike dest bi pêngaveke nû kir. Berdevkê QSD'ê yê Kobanê Şerwan Derwîş, derbarê pêngava nû ku rêgeha çeteyên DAIŞ'ê ya ji Cerablusê heya Rakkayê bikartînê jî di hedef digire, pirsên DÎHA'yê bersivand.

'Dê pêngava me serkeftina mezin bîne'

Derwîş diyar kir ku armanca sereke ya pêngavê ew e ku , gundên başûrê Kobanê yên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne werin azadkirin. Derwîş da zanîn ku ji ber daxwaza gelên li herêmê ev pêngav hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Dê pêngava me rê li ber serkeftineke mezin veke. Armanca me ew e ku di demeke kurt de em vê pêngavê bibin serî. Me ji bo Sûriyeya Demokratîk berpirsyariya dîrokî girtiye ser milên xwe."

'Pêngav daxwaza gelan e' Derwîş got ku gelên ku li herêmên Cerablus, Rakka û Minbicê dijîn her roj bang li QSD'ê dikin ku gundên wan were rizgarkirin û wiha axivî: "Gelê me bang li me dike. QSD bûye hêviya gelan. Em jî guh didin gelê xwe."

'Dê ev pêngav DAIŞ parçe bike'

Derwîş bandora stratejîk a vê pêngavê jî wisa şîrove kir: "Em dixwazin xetên DAIŞ'ê parçe bikin. Ev pêngav dê xeta Rakka ji Minbîç, Cerablus û Babê (Herêma Şehba) ji hev qut bike. Li vê herêmê bendava Tîrşîn bikartînin û derbas dibin. Eger em vê xetê qut bikin dê DAIŞ bibe du perçe. Ji ber vê yekê ev pêngaveke stratejîk e. Em xetên DAIŞ'ê qut dikin."

Derwîş destnîşan kir ku dê ev pêngav derbe li aboriya DAIŞ'ê jî bixe û got "Bendava Tîrsîn ev 5 sal in di destê El Nusra û DAIŞ'ê de ye. Ewqas sal in ev herêm bê elektrîk e. De xetên elektrîkê jî ji destê wan were derxistin."

'DAIŞ li ku be hedefa me ye'

Derwîş derbarê pêngava Cerablusê de jî axivî û wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Em li gor pêdiviyên demê tevdigerin. Cerablus, Minbiç, ku derê dibe bila bibe DAIŞ li ku be ji bo me hedef e. Niha çarçoveya pêngava me wisa ye. Lê di pêşerojê de eger hewce bike emê Çemê Firadê jî derbas bikin û gelê me ji zilma DAIŞ'ê xilas bikin."

(sy)