1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. QSD’ê ji bo gelan bû hêvî
QSD’ê ji bo gelan bû hêvî,qsd,ê,ji,bo,gelan,bû,hêvî

QSD’ê ji bo gelan bû hêvî

A+ A-

AZIZ KOYLUOGLU

NAVENDA NÛÇEYAN – Cara yekemîn piraniya gelên li Sûriyê jiyan dikin dibin sîwanekê de tên cem hev û hêzeke leşkerî avadikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di demek ku li Sûriyeyê hêviyên gelan kêm bibû xwe tevger kir û xwe îlan kir. Civîna damezrêner a QSD’ê di 12’ê cotmeha 2015’an de bi beşdariya fermandarên gelek hêz û tabûrên şoreşger hate lidarxistin. Di vê civînê de Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çeçen hatin cem hev û armancên xwe kirin yek. Bi avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk re êdî QSD’ê ket bin siwana siyasî ya îrada gelên Sûriyeyê û rewabûna xwe mîsogerkir.

Şerê li Sûriyê êdî gihaştiya asta ku êdî hemû hêzên cîhanê ketina nava vî şerî. Ger mirov li pîvanê şerên cihanê yekemîn û du’yemîn binirxîne, şerê niha li herêmê pêk tê, bişêwazek nû şerê cîhanê yê sêyemîne. Balkêşiya ev şera jî hebûna hêzên demokratik zêdetir derdixe ber çavan. Êdî li Sûriyeyê ne rejîma Sûriyê, ne jî kesên jixwe re dibêjin Artêşa Azad yan jî Koalîsyona Niştîmaniya Sûriyê hêvî nadin gelan. Berovajî vê, Artêşa Azad bi temamî biye artêşa çeteyan, rejîma Sûriyê jî bi komkujiyên xwe ve tê naskirin. Lê divê dema dawî de hêzên demokratîk yên Sûriyê xwe nêzîkî hev kirin û binavê Hêzên Suriyeya Demokratik (QSD) tevgerek nû yê leşkerî avakirin. Avakirina QSD’ê ji bo gelên dibin zilma çeteyan û rejîma Sûriyê de, bû hêviyek mezin.

Yekitiya Netewa hate avakirin

Ji aliyekî din ve tê dîtin ku rejîma Sûriyê êdî nikare nûnertiya Erebên Sunî, Durzî, Kurd, Elewiyan bike, ji aliyekî dinve jî hêzên li sernavê hilweşandina rejîma Sûriyê rabûn, dixwazin Sûriyê berbi pêşerojek tariktir bibin û perçebûna Sûriyê kûrtir bikin. Beşdarbûna gelên dinava Sûriyê de jiyan ya nav QSD’ê, ji bo Sûriya pêşeroj jî, bingehek xurt da avakarin. Di demek de Sûriyê biye çend perçe û herkes ji bo serweriya li ser yekîdin ava bike hewl dide, avakirina QSD’ê ji bo yekîtiya axa Sûriyek demokratik û federal wek alternatifek derket.

Avakirina QSD’ê gelek hêz nerehet kirin

Bi avakirina QSDê, dewletên li ser herêmê û Sûriyeyê hesabê wan yên tarî hene, nerazîbûnê xwe nîşandan. Bi taybet hêzên wek Tirkiye, Katar, Erebîstana Siudî, Îran û rejîma Sûriyê ketina nava tevgereke ku ev alternatifa nû ya ji bo Sûriyekî demokratîk reş bikin. Dewleta Tirk û Îran bes bê ve nesekînin, bi êrîşên çeteyan li ser Herêmên Rojavaya Kurdistan û çeperên QSD’ê, dîsan bi avakirina hêzên veşartî dinava êlan de xwestin bandoriya QSD’ê li herêmê lewaz bikin.

Gelek hêzên nû beşdarî QSD’ê bûn

Bi avakirina QSD’ê hêzên wek Koalisyona Erebî Sûrî, Artêşa Şoreşgeran, Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat, Hêzên El-Senadîd, Kombûna Tugeyên Cizîrê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên YPG/YPJ’ê” ne cihê girtin. Pîştî serkeftinê QSD’ê li başûr û rojhilatê Hesekê li dijî DAIŞ, Tûgayan Êlên Erebên başûrê Hesekê tevlî QSD’ê bûn. Ji aliyekî din ve bi daxûyaniyek li herêmên Halep û İdlib Hêzên Firqeya 30, Tugaya Şehîdên gundewarê Helebê,Tugaya Eyîn Calût, Tugaya 99 Muşat, Tugaya El-Hemze,Tugaya Keikaa ,Tugaya Misyonên Taybet 455, Tûgaya Selçûqiyan, Focê 102, Ehrar El-Şemal, Hêzên Êlên Heleb û gundewarên wê, Cebhet El-Ekrad, Êlan ereban ên başûrê Hesekê îro bi daxuyaniyekê tugaya xwe ya nû ava kirin û fermî tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn. Bi rengî ne tenê li Herêma Hesekê, Reqayê, lê Heleb û İdlibê jî QSD’ê li heremek berfireh yê bakûrê Suriyê û Rojavaya Kurdistan hebûna xwe nîşanda.

Serkeftinên QSD’ê li Holê

QSD’î piştî îlan kirina xwe operasyona xwe ya yekê li başûr û rojhilatê Hesekê li herêma bajarokê Holê da destpêkirin. Di operasyonê de qadeke ku hezar û 400 km2 ye, ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin. Dinava vê qadê de bajarokên Hol û Xatuniyê û 196 gund û gundik hebûn. Di heman demê ev serkeftina yekemîn ya QSD’ê li dijî DAIŞ bû. Di operasyona ku bi dehan çeteyên DAIŞ hatin kuştin de hêzên dibin banê QSD’ê hatinbûn cem hev, ezmûnek baş dan.

Gel dixwaze QSDê wan çeteyan rizgar bike

Gelên herêmên wan di bin dagikeriya çeteyan de ne piştî rizgarkirina başûrê Hesekê û Holê bang li QSD’ê kirin ku, herêmê wan jî ji bin destê çeteyan rizgar bike. Meclîsa Herêma Şahba ku bajarê Girgamêş (Cerablus), Bab, Minbiç, Êzaz digre navxwe bi daxuyaniyekî bangavazî li hêzên QSD’ê kir ku herêmê wan ji bindestê çeteyênDAIŞ’ê û komên çeteyên Ahrar Şam û Cephet El Nusra derxwe.

Li ser daxwaza gel QSD’ê li başûrê Kobanê operasyon destpêkir

Li ser daxwaza gel QSD’ê li başûrê Kobanê operasyon destpêkir . QSD derbare hamle de daxxuyaniyek da û wiha got: “Me berê jî soz dabû we ku em ê tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya komên terorîst paqij bikin û gelê xwe ji zordarî û terorê xelas bikin. Ji bo serkeftinên mezin ku başûrê Hesekê hatine kirin, dewam bikin li ser bingeha xeta xwe em îro berdewamiya operasyona xwe ya leşkerî ya di çarçoveya rizgarkirina tevahiya xaka welat (Sûriye) de ji komên çete û terorîst radigihînin.

Em îro radigihînin ku operasyona me li gundewarê başûrê Kobanê destpê dike. Ev operasyon dê heta rizgarkirina tevahiya herêmên başûrê Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst hatine dagirkirin, her wiha heta ku aramî û ewlehî pêk were dê dewam bike.”

(xê)

ANHA


Bêjeyên Miftehî