1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Qula Reş xwe ji bo xwarinê amade dike
Qula Reş xwe ji bo xwarinê amade dike,qula,reş,xwe,ji,bo,xwarinê,amade,dike

Qula Reş xwe ji bo xwarinê amade dike

A+ A-

11 Çilê 2014, 09:19

Zanyarên zanista gerdûnê radigihînin ku ji bo bikaribin çavdêriya qula reş a di nav kadizê de bikin, şanseka pir mezin nêzîk dibe.

Ewreka mezin a ji gaz û tozê pêk tê û navê G2 lê hatiye kirin, nêzî qula reş dibe û tê payîn ku di mehên biharê de dê qula reş vê ewrê daqurtîne.

Zanyar didine zanîn ku ger bendewariyên wan ên di vî warî de pêk bên, ev dê ji sed salî û vir ve bibe xwarina herî mezin a qula reş û ev jî dê bibe sedema xwepêşandaneka ronahiyê ya bêhempa.