1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Qurbaniyên teqîna Kerkûkê bûn 7 mirî û 85 birîndar
Qurbaniyên teqîna Kerkûkê bûn 7 mirî û 85 birîndar,qurbaniyên,teqîna,kerkûkê,bûn,7,mirî,û,85,birîndar

Qurbaniyên teqîna Kerkûkê bûn 7 mirî û 85 birîndar

A+ A-

Kerkûk, 9 Sibat (AKnews) – Qurbaniyên teqîna li başûrê bajarê Kerkûkê ku 3 otomobîlên bomberêj teqiyan zêdebûn û bûn 7 mirî û 85 birîndar.

explosion in kirkukBerpirsê Polîsên Hawarçûnê li Kerkûkê Hîcran Omer ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Encamên teqîna vê sibê li başûrê Kerkûkê zêde bûn û gihişte 7 miriyan ku ji wan 2 polîs in û 5 yên din jî welatiyên sivîl in.”

Omer her wiha aşkere kir ku 85 kes jî birîndar ketin û birîna gelekan ji wan giran e, her wiha got ku birîndar hatin veguhastin bo nexweşxaneya Hawarçûnê ya Kerkûkê.

Bajarê Kerkûkê yek ji deverên herî girîng yên cihê nakokiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye, bajarekî pêkvejiyanê ye ku kurd, ereb, turkmen, xrîstiyanî û çend pêkhatên din tê de dijîn.

hr (AKnews)