1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Qutiya reş dengê teqînek mezin qeyd kiriye
Qutiya reş dengê teqînek mezin qeyd kiriye,qutiya,reş,dengê,teqînek,mezin,qeyd,kiriye

Qutiya reş dengê teqînek mezin qeyd kiriye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Qutiya reş a balafira Rûsya ku heftiya çûyî ketibû xwarê dengê teqînek mezin qeyd kiriye.

Komek ji rayedar û çavkanî ji pêvajoya lêkolîna Qutiya reş a balafira Rûsî agahî didin û diyar dikin ku agahiyên heyî nîşan dide ku sedema ketina balafira Rûsyayê teqîna ji nişkave bûye. Herwiha tê gotin ku pirsgirêkên teknîkî û şaştiya pîlot nebûye sedema bûyerê.

Ajansa Fransa jî raportek li ser heman mijarê belav kir û ev nûçe ji zimanê şîrketa navenda ya balafirê erê kir. Ji aliyê din ve rayedarên îstixbaretî yên Amerîka û Ewrûpa jî ji îhtimala danîna bombeyê diaxivin.

Piştî bûyerê Rûsya û Birîtanya hemû rêwîtiyên ber bi Misirê ve da sekinandin. Serokê Amerîka Barach Obama jî got: “Îhtimala ku teqînek bûye sedema ketina balafira Rûsya li ser çola Sînayê, gelekî zêde ye.”

Qutiya reş a balafirê nîşan dide ku piştî 24 deqeyan ku balafir rabûye ji nişkave her tişt hatiye birîn. Di rewşekê ku yek ji Qutiyên reş dengê teqînek mezin qeyd kiriye.

Komek ji çeteyên girêdayî DAIŞ’ê bi navê Wilayeta Sîna piştî ketinabalafira Rûsya ya roja şemiya çûyî, berpirsyartiya bûyerê girt ser milê xwe. Lê belê Qahirê ev yek red kiribû. Di balafira Rûsya de 224 rêwî hebûn ku hemiyan jiyana xwe jidest dan.