1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Qêrîna jinên Şengalê jinên cîhanê li hev dicivîne
Qêrîna jinên Şengalê jinên cîhanê li hev dicivîne,qêrîna,jinên,şengalê,jinên,cîhanê,li,hev,dicivîne

Qêrîna jinên Şengalê jinên cîhanê li hev dicivîne

Kampanyaya bi navê 'Azadiya Jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye' ya bi pêşengiya CENÎ hat destpêkirin, her diçe mezin dibe

A+ A-

ZURÎCH - SERKAN DEMÎREL / ANF Kampanyaya bi navê 'Azadiya Jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye' ya bi pêşengiya CENÎ hat destpêkirin her diçe mezin dibe. Nûnera CENÎ Canan Polat li ser kampanyayê agahî da û diyar kir ku azadiya jinên Şengalê tenê azadiya jinên Kurd eleqeder nake û got: "Em bi vê kampanyayê re li dijî qirkirina jinan a li her derê cîhanê dixwazin têkoşînê biafirînin."

Piştî dagirkirina Şengalê gelek jinên Êzidî ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi pêşengiya CENÎ, tevahî 9 saziyên jinan ji bo rizgarkirina jinên Êzidî û piştevaniya jinê, kampanyaya 'azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye' dan destpêkirin.

Ji bo jinên Êzidî gelek panel, konferans û çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin û ji bo kampanyayê ji tevgerên jinan yên navneteweyî jî destek hat.

Nûnera CENÎ Canan Polat li ser xebatên kampanyayê ji ANF'ê re axivî. Polat diyar kir ku bi 9 Saziyên Jinan ên Kurd re kampanya dane destpêkirin û diyar kir ku beşa projeyê ya kampanyayê ji aliyê UTAMARA, Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî ve hatiye meşandin û lingê demokrasiyê jî nûneriya Jinên Kurd a Navneteweyî û CENÎ meşandiye.

DRAMA JINÊN ÊZIDÎ TÊ RAPORKIRIN

Polat anî ziman ku ji roja kampanya hatiye destpêkirin û vir ve ji gelek saziyên navneteweyî destek hatiye û got: "Di nav de parêzer, doktor û psîkatrîstên Îtalyan jî heye, komeke ji 13 kesan xebat da destpêkirin û ji bo vê dramê ji nêz ve bibînin çûn Kurdistanê. Koma ji 13 kesan çûn kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi jinên li kampên re hevdîtin kirin û aliyê dramê hîn bûn. Dest bi amadekarina rapora 100 rupelî kirin. Ev rapor hîna temam nebûye. Hevalên me bi taybet bi jinên ku ji destê DAIŞ’ê reviyane re hevdîtin kirin. Daxwazên van jinan, travmayên hatine jiyîn û bi taybet jî jinên rastî tecawizê hatine, tê nirxandin."

DIBE SEDEMA TRAVMAYEK DUYEM

Polat di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bi armanca dermankirinê hinek jin anîne Elmanyayê û wiha pê de çû: "Agahiya me ji van jinan heye. Lê em bi wan re hevdîtinê nakin. Daxwaza me ya hevdîtinê bi hinceta ewlehiyê tê redkirin. Di bin navê dermankirinê de jinan ji xaka wan dikin. Ev polîtîkayeke şaş e. Bi vê rewşê re jin cara duyem rastî travmayê tên. Armanca me ya din ev e ku em bi vê kampanyayê re li Şengalê navendekê vebikin û destekê bidin jinan. Piştî evqas travmayan jin ji xaka wan tên kirin û ev jî rê li ber travmayên mezin vedike."

Polat anî ziman ku bi kampanyayê re di qada navneteweyî de torekê ava dikin. Polat axaftina xwe wiha dewam kir: "Azadiya jinên Şengalê ne tenê berpirsyariya jinên Kurd e. Em vê rewşê wek qirkirina jinê dinirxînin. Rewşa li Şengalê bi versiyonên cuda li her derê cîhanê tê jiyîn. Em vê kampanyaya xwe bi jinên cîhanê re gerdûnî dikin. Di rojên bihurî de me li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) konferansek pêk anîn. Me pisgirêkên jinên Şengalê anîn ziman. Me banga piştevaniyê li hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan kir. Divê ev sazî ji bo jinên Êzidî seferber bibin."

Polat da xuyakirin ku ji bo ev bibe kampanyayek gerdûnî, di konferansê de ev biryar hatine girtin:

"-Mekanîzmayên NY’ê divê cezayê bide Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar ên destekê didin DAIŞ’ê û desteka ji van welatan ji bo DAIŞ’ê diçe, bê sekinandin. -Kampanyaya hatiye destpêkirin li hemû welatan bê meşandin û di vê esasê de panel, semîner û çalakî bên kirin. -Xebatên şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava bidome, di esasa raporên hatine amadekirin de têkoşîna aktîf bê meşandin û ji bo rizgarkirina jinên Şengalê desteka aborî û manewî bê dayîn. -Divê Navendên Jinan bên vekirin û jinên rastî şîdetê hatine li van deran bên bicihkirin, bi doktor û psîkiyatrîstan re hevdîtin bê kirin û ew kes rast e rast li wir xebatan bimeşînin. -Divê komîteyên azad ên navneteweyî bên avakirin û xebatên dîplomasiyê bên meşandin û têkildarî têkoşîna li dijî qirkirinên jinan de, komunên jinên azad bên avakirin."