1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. "Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê guhdar bikin"
"Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê guhdar bikin",qêrîna,rojnamevanên,kck,ê,guhdar,bikin

"Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê guhdar bikin"

Bîrand: Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê guhdar bikin

A+ A-

Nivîskarê Rojnameya Postayê Mehmet Alî Bîrand, rojnamevanên girtî kir mijara quncika xwe û got; "Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê bibihîzin. Ji van rojnamevanan tu kesî çek negirtiye destê xwe û gulle nebarandiye, mirov nekuştiye. Van rojnamevanan fikir û ramanên xwe teyîsandiye. Rast e di pirsgirêka kurd de bûne alîgir."

Nivîskarê Rojnameya Postayê Mehmet Alî Bîrand di quncika xwe ya îro de li Tirkiyê azadiya çapemeniyê û rojnamevanan kurd kir mijara quncikê xwe. Bîrand diyar kir ku binpêkirina mafan li Tirkiyê binpêkirirna mafên azadiya çapemeniyê jî radixîne li ber çavan. 35 rojnamevanên ku di encama serdegirtinên DÎHA, ANF, Ozgur Gundem, Kovara Demokratîk Modernîte û Ajansa Etîkê de hatin binçavkirin û girtin, ji ber karê xwe dikirin hatin girtin.

Beşek ji naveroka nivîsa Bîrand a bi sernivîsa; 'Tirkiye xwe ji lingê xwe dixe' wiha ye: "Di fêmkirinê de zehmetî dikişînim. Ji hêlekê ve Tirkiye ji bo demokrasiyê gavên girîng diavêje, çawa çêdibe ku azadiya çapemeniyê di nav pergala darazê de tê rojevê. Çawa dibe ku îxtîdar wisa xwe ji lingê xwe dixe. Çawa dibe ku Tirkiye xwe ji bo rexneyên navnetewî vekirî dihêle û riya pêkûtiyên derve vedike. Maye ku Tirkiye vê rewşê heq nake.

Min gelek caran nivîsand ez ê careke din binivsînim... Ez ê dûbare bikim... Heta ev zagon û pêkanîn biguherîn bi israr ez ê ser vê yekê de biçim. Heke hûn di vê mijarê de wekî min nafikirin an jî ji vê nivîsa min aciz in wê demê nexwînin. Heke em heman tiştî difikirin, wê demê werin em tevlî vê kampanyayê bibin.

Çapemenî, yanî behsa azadiya xwevegotinê dikim. Yanî behsa berovajîkirina darazê dikim. Heke hûn pergaleke demokratîk diecibînin, azadiya çapemeniyê pergala herî jêneveger e. Tekane îstîsna jî bi awayeke aşkera piştgiriya ji bo terorê, banga ji bo kuştina mirovan an jî tehrîkirina şerê çekdarî. Heke kesek tevlî karên çekdarî nebûyî be dikare bi awayeke alenî nêrînên xwe bîne ziman. Her mijarek dibe ku bê nîqaşkirin.

Maye ku li Tirkiyê li dora 90 kesan rojnamevan di girtîgehê de ne. Kesek ji van ji ber xebatên terorîstî nehatine girtin. Gelek ji wan bi hinceta ku ji bo rêxistinê dilgermî nêz dibin, piştgirî dane wan û gelek ji wan jî bi hincetên şêlû hatine girtin. Lê di destê dozgeran de bi sedan serlêdanên giliyê û dosyayên lêpirsînê hene. Tenê di sala 2011'an de di mijara azadiyan de 9 hezar dosyayên serlêdanê hene.

Ma em ne guneh in?

Na

Baş e hikûmet çima nakeve nava tevgerê? Tişta ku em jê fêm nakin jî ev e.. AKP çima xwe bi xwe birîndar dike?

Qêrîna rojnamevanên 'KCK'ê guhdar bikin

Di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK'ê de 35 rojnamevan hatin girtin. Beşek mezin ên van hevpîşeyên me di weşanên wekî; DÎHA û Ozgur Gundem de dixebitîn. Bi nameya ku weşandin re qêrîna xwe anîn ziman. Lê kesekê ev qêrîn nebîhîst. Dibêjin; 'Me bi terorê sûçdar dikin, lê delîlên ku danîne holê bi girêdayî rojnamevaniyê ne.'

Bi rastî jî wisa ye. Delîl, nûçeyên hatine nivîsandin, wêneyên hatine kişndin û gerên ji bo şopandina nûçeyan e.

Ji van rojnamevanan tu kes tevlî xebatên terorê nebûne. Ji van rojnamevanan tu kesî çek negirtiye destê xwe û mirov nekuştine. Van rojnamevanan fikrên xwe teyîsandine. Belê, rast e di mijara pirsgirêka kurd de bûne alîgir. Belê rast e, nêrînên ku em jî wekî wan nafikirin teyîsandine. Ma di vir de çi heye? Karê xwe kirine. Tişta ku em, daraz fêm nakin jî ev e... Niha jî em bi gotinên; 'ew ne rojnamevan in, terorîst in', xwe diparêzin. Em îdîa dikin ku hejmara rojnamevanên girtî ji 8-10'an derbas nabe.

Lê em bi van îdîayan kesekê nadin bawerkirin û xwe dixin rewşeke bikenok." DÎHA (ak)