1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ragip Zarakolî desteser kirin
Ragip Zarakolî desteser kirin,ragip,zarakolî,desteser,kirin

Ragip Zarakolî desteser kirin

A+ A-

Li Stenbolê duh piştî di çarçoveya operasyona li ser navê 'KCK'ê 42 kes hatin binçavkirin Serokê Komîteya Azadiya Weşanên Yekîtiya Weşanvanên Tirkiyeyê û nivîskar Ragip Zarakolu jî hate binçavkirin.

Yekîneyên Miduriyeta Polîsan a Stenolê serdegirtina malan berdewam dike. Di çarçoveya operasyona KCK'ê de Serokê Komîteya Azadiya Weşanên Yekîtiya Weşanvanên Tirkiyeyê û nivîskar Ragip Zarakolu hate binçavkirin. Duh piştî di çarçoveya operasyona KCK'ê de li Mêrsîn, Mugla û Yalovayê 42 siyasetmedarên kurd hatin binçakirin îro jî nivîskağr Ragip Zarakolu hate binçavkirin. Polisan di 4 û 7'ê cotmehê de bi ser mal û avahiyên BDP'ê de girtibûn û di navde kurê Zarakolu Deniz Zarakolu jî heye 98 kes binçavkiribûn û hatibûn girtin.

Îro li gel Zarakolu endamê BDP'a Bagcilarê Nîzam Ozmen ji li Amasyayê hate binçavkirin. Li bendê ye ku kesên duh hatin binçavkirin îro bi parêzeran re hevdîtinê pek bînin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî