1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. RAJIN: Jinên rojnamevan bûn zimanê berxwedanê
RAJIN: Jinên rojnamevan bûn zimanê berxwedanê,rajin,jinên,rojnamevan,bûn,zimanê,berxwedanê

RAJIN: Jinên rojnamevan bûn zimanê berxwedanê

A+ A-

QAMIŞLO – RAJIN’ê duyemîn salvegera avakirina xwe li tevahiya rojnamevanên jin pîroz kir û destnîşan kir ku jinên rojnamevan li Kobanê û îro jî li Şêxmeqsûd dibin zimanê berxwedaniyê.

Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) a Rojava, bi minasebeta salvegera avakirina yekîtiyê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi munasebeta salvegera duyemîn a Yekîtiya Raghandina Jinên Azad ên Rojava ku bi kurta navê xwe RAJIN hemû rojnamevanên jin pîroz dikin. Gelê Kurd ku şoreşekî di hundirê xwe de hemû nirxên civakeke exlaqî û polîtîk xwestiye bide avakirin, hêjaye ku bibe rastiya ebedî ji bo hemû gelên Rojava û herêmê. Danasîna rastiya berxwedana gelê Rojava û Şoreşa wê ku ketiye sala şeşmîn pir girîng bû. Lewre jinên rojnamevan pêwîstî bi rêxistineke bi vî rengî dîtin.

Di 30’ê Nîsana 2014’an de rêxistina RAJIN hate avakirin. Avakirina rêxistineke bi vî awayî tê wateya şoreşa di hundirê şoreşê de. Ji bo ku rastiya gelê berxwedêr bi zimanê jinê ji cîhanê re were raghandin ev pêngav gelekî girîng bû. Çawa ku jina Kurd erka rêbertiya şoreşê girt ser milê xwe, jinên rojnamevan jî di heman demê de xwestin bibin zimanê vê rastiyê û bi pênûs û kameraya xwe vê rastiyê ji cîhanê re ragihînin. Her çiqasî jin bi zor û zehmetiyên ku zîhniyeta desthilatdar a mêr dibe sedema wê re rû bi rû dimîne jî, lê bi vê rêxistinê xwestin ku li hemberî vê zîhniyetê ragihandineke azad û elternatîf pêş bixin. Di weşana xwe de avakirina Rojavayeke azad û Sûriyeke demokratîk esas bigirin.

Raghandina Azad bi rojnamegeriya jin a azad û rêxistinbûyîna wê pêş dikeve. Lewre rêxistinkirina rojnamevanên jin girîng bû. Piştî ku rêxistina RAJIN’ê çêbû êdî di aliyê civakbûyînê de gelek guhertin çêbûn. Jinên rojnamevan di bin siya rêxistina RAJIN’ê de di teyîsandina şoreşa Rojava de roleke sereke lîstin. Jin di her qadeke şoreşa Rojava de tevlî bû û rêbertiya wê kir, jinên rojnamevan jî di berxwedaniya Kobanê û îro li Şêxmeqsûd de tevlî berxwedaniyê dibin û dibin zimanê berxwedaniyê.

Di kesayeta hevalên me yên rojnamevan Denîz Firat û Agirî Yilmaz ên ji bo ragihandina rastiyê canê xwe fedakirin de, em hemû şehîdên çapameniyê bibîr tînin. Em ê bibin şopdarên wan û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”

(ekib)

ANHA