1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Raperîna bêrawestan îlan kirin
Raperîna bêrawestan îlan kirin,raperîna,bêrawestan,îlan,kirin

Raperîna bêrawestan îlan kirin

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Li Silêmanî, navçeyên Ranya, Helepçe û gelek cihên din yên Herema Federal a Kurdistanê gel rabû serhildanê. Hate dîyarkirin ku wê îro û pêve raperîn bênavber berdewam bikin.

Xwe pêşandanên gel yên li Herama Federal a Kurdistanê her diçe zêde dibe. Gelê li Ranyayê îro bi minasebeta salvegera serhildana 1991'an a li hemberî rejîma Sedam Huseyin çêbuyî danê sibê li meydana azadî kombun. Di kombunê de daxuyaniya saziyan a bi minasebeta rojê hatin xwendin. Daxuyanî ji aliyê siyasetmendarê kurd Dr.Faîq Gulpî ve hat xwendin. Gulpî, der barê serhildana gelê Ranya yê li hemberê rejima Sedam çêbuyî kir û her wiha da zanîn ku gelê Ranyayê heta niha tu şiklî desthilatdarî qebul nekiriye.

Di vê navberê de hate zanîn ku Serokê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Berhem Salih îro ço Ranyayê. Lê ji ber ku gel nexwestiye tu rayedar tevli çalakiyê bibin, Salih neçûye cihê daxuyaniyê.

Her wiha gelê Ranyayê jî diyar kir ku ew jî wê ji îro û pê ve bêdemî rabin serpiyan. Xwepêşendana ku di seetên sibê destpê kir de seet di 12.00'an de bi dawî bû. Lê hate destnîşan kirin ku gel dîsa saet di 14.00'an de dê li Qada Azadî ya Ranyayê cardin kom bibe.

'Heta daxwaz pêkneyên em dê li ber xwe bidin'

Li Silêmaniyê jî ku gel ji 17'ê mehê heta niha li ser piyane, îro ji aliyê berdevka demî ya Qada Azadiyê Nasik Qadir ve hat ragihandin ku ew dê ji îro û pêve xwepêşandan bê navber bidomînin. Qadir dîsa da zanîn ku desthilatiyê tu bersiv ji wan re nedaye û bilêv kir ku dê ji îro û pêve gelê Silêmaniyê li Qada Azadi kom bibe. Qadir, derbirî ku gel, çalakiyên xwe dê bê navber bidomîne.

(îk/lg)