1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rapora Cizîrê gihaşt ber destê Neteweyên Yekbûyî
Rapora Cizîrê gihaşt ber destê Neteweyên Yekbûyî,rapora,cizîrê,gihaşt,ber,destê,neteweyên,yekbûyî

Rapora Cizîrê gihaşt ber destê Neteweyên Yekbûyî

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir, ku raporek parêzvanên mafên mirovan a li ser komkujiyên li Cizîrê amade kiriye, gihaştiye ber destê wan.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ruppert Colvîlle got, "Dikarim piştrast bikim ku kopyayek raporê gihaştiye ber destê me." Hat ragihandin, rapora li ser Cizîrê di 26'ê Nîsanê de gihaştiyê NY.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan diyar kiribû ku wan li gorî vegotinên şahidan raporek amade kirine û radestî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirine.

Turkdogan gotibû, "Divê civaka navneteweyî wê mesajê bide ku hemû sûcdarên li Tirkiyeyê wê li Laheyê werin darizandin."

Rejîma Erdogan di meha Kanûnê de li Cizîrê derketina derve qedexe kiribû û di nava 79 rojên vê qedexeyê de bi sedan mirov ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê da xuyakirin