1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Rapora UNDP: Têkoşîna li dijî birçîbûnê serketî nebû
Rapora UNDP: Têkoşîna li dijî birçîbûnê serketî nebû,rapora,undp,têkoşîna,li,dijî,birçîbûnê,serketî,nebû

Rapora UNDP: Têkoşîna li dijî birçîbûnê serketî nebû

A+ A-

BERLÎN 09.07.2014 07:01:01 Rapora têkoşîna li dijî birçîbûn û xizaniyê ya sala 2014'an a Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) li paytexta Elmanya Berlînê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Li cîhana me ku 842 mîlyon kes di rewşa birçîbûna kronîk de ne, nêzî 2 mîlyar kes jî nikarin xwe bigihînin vîtamîn û mîneralên têrker.

Armancên Mîlenyûm ên Neteweyên Yekbûyî di sala 2000'an de ji bo kêmkirina xizaniyê ragihand, zehmet e ku heta sala 2015'an pêk werin.

Di konferansa li Berlînê de, der barê xebatên têkoşîna li dijî nexweşî û birçîbûnê de agahî hat dayîn. Li gorî rapora UNDP, di serî de parzemîna Afrîkayê pirsgirêka herî mezin a li welatên bi pêş ve diçin nexweşiyên şewbê ne. Nexweşiya ta jî serkêkiya vê dike. UNDP û saziyên alîkariya însanî yên partnerê wê di nava 10 salan de 700 mîlyon mêjkuj li Afrîkaya Sahara hatin belavkirin û bi saya vê di navbera salên 2000 û 2012'an de di serî de zarok 3,3 mîlyon mirov ji vê nexweşiyê hatin parastin.

842 MÎLYON KES BI AWAYÊ KRONÎK VE BIRÇÎ NE

Di rapora UNDP de bal tê kişandin ser Armancên Pêşveçûnê yên Mîlenyûm (Hezar sal) ên Neteweyên Yekbûyî di sala 2000'î de ragihand û cih da nirxandinên li ser birçîbûn û xizaniyê. Li gorî vê yekê di sala 2000 de li welatên bi pêş dikeve yek ji du kesan xwedî hatineyeke rojane 1 dolar 25 centî ye. Li gorî Armancên Mîlenyûmê diviyabû xizanî heta sala 2015'an bi qasî nîvî bihata kêmkirin. Îro ev rêje ji her pênc kesan daketiye 1 kesî. Di raporê de tê destnîşankirin ku li gel vê yekê jî li gelemperiya cîhanê 842 mîlyon mirov bi birçîbûna kronîk re rû bi rû ne.

Di têkoşîna li hemberî birçîbûnê de li hin welatan encamên baş derketin holê, lê li hin welatan encamên erênî rû nedan. Welatên ku herî zêde pirsgirêka birçîbûnê lê tê jiyîn jî, Afrîka Sahara û welatên Asya Başûr in.

NÊZÎ 3 MÎLYAR MIROV NIKARIN XWE BIGIHÎNIN VÎTAMÎN Û MÎNERALÊN TÊRKER

Li gel bi sed mîlyonan mirovên di nava lepên birçîbûna kronîk de ne, nêzî 2 mîlyar kes jî mîneral û vîtamînên pêwîst peyda nakin. Sekreterê Giştî yê Rêxisitna Alîkariyê li dijî Birçîbûnê ya Elman Wolfgang Jamann li gel birçîbûna kronîk balê dikşîne ser fenomeneke ku weke 'birçîbûna veşartî' bi nav dikin. Jamann ragihand ku bi tevlîbûna van kesan re hejmara mirovên nikarin xwe têr bikin digihêje 3 mîlyaran. Jamann destnîşan kir ku ev rewş bi taybetî bandorê li pêşketina zarokan dike û xwest giranî li ser vê mijarê bê dayîn.

AJANDA NÛ TÊ AMADEKIRIN

Encamên zelal ên xebatên di çarçoveya Armancên Mîlenyûmê de hatin meşandin wê di sala 2015'an de bên wergirtin. Lê belê tê zanîn ku ji niha ve ji bo dema piştî sala 2015'an ajandayeke nû hatiye amadekirin. Richard Dictus ê di pêşkêşkirina rapora UNDP de cih girt û destnîşan kir di ajansa nû de pêwistî bi 'rêbazeke nû ya nêrînê û projeyên innovatif' heye Dictus diyar kir ku di demeke nêz de nifûs wê bigihêje 8 mîlyarî û berpirsyarî jî wê zêde bibin. Rêveberê Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku di ajansa nû ya piştî sala 2015'an de wê girêdana bi hev a welatên bi pêş dikeve û welatên pêşketî, wê li ber çavan bê girtin.