1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Rastiya rêxistinbûyîna paralel an jî gladyoya kesk
Rastiya rêxistinbûyîna paralel an jî gladyoya kesk,rastiya,rêxistinbûyîna,paralel,an,jî,gladyoya,kesk

Rastiya rêxistinbûyîna paralel an jî gladyoya kesk

A+ A-

CÎHAN OZGUR - BEHDÎNAN/ANF Di 9'ê Çileyê de li Parîsê, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez, li navenda Enformasyonê ya Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin.

Ji wê rojê û vir çi qewimîn? Kê çi got? Lêpirsîna li Fransayê di kîjan astê de ye? Dadgeriya Tirk çima biryara nepenîtiyê danî ser lêpirsînê? Komkujî çima nayê ronîkirin? Komkujiya Parîsê ji aliyê kê ve hat kirin? Çima Parîs? Çima Sakîne Cansiz? Di vê sûîkastê de armanc çi bû? Li pişt perdeya komkujiyê kîjan hêz hene? Komkujî li sêgoşeya Tirkiye-Elmanya-Fransayê bi çi rengî hat plankirin? Rola Elmanyayê di vê sûîkastê de çi bû? Li Elmanya û Fransayê "Tîmên Antî-PKK" ên MÎT'ê bi çi rengî dixebitin? Tîmên antî-terorê yên Ewropayê di vê cînayetê de roleke çawa lîstin?

Em van hemû mijaran binirxînin, lewma em ji cinayletên siyasî yên li Kurdistanê dest bi dosyaya xwe bikin.

Li Kurdistanê kîjan rêber rastî sûîkastê hatin? Ev sûîkast çima nayên ronîkirin? Sûîkastên gladyo yên li hemberî PKK'ê hatin kirin kîjan in? Sûîkastên rêxistinbûyînên kûr ên di nava dewletê de, bi kîjan armancê dihatin kirin? Gotina 'dewlet carna derdikeve derveyî karê rûtîn' a Demîrel tê çi wateyê? AKP'ê gladyoya xwe bi çi rengî bi rêxistin kir? Çima Sakîne Cansiz hedef hat girtin? DAIŞ, HUDA-PAR, MHP, BBP, CEMAAT li dijî Kurdan çawa şer dikin?

Qirkirin, komplo, hewldanên sûîkastê, sêdar... Bûn gotinên ku di dîroka nêz a Kurdistanê de gelek caran hatin bilêvkirin û di hişê Kurdan de bicih bû.

Di tevahiya rêveçûna dîrokê de, mirovên di pozîsyona rêbertiyê de bûn her tim rastî komployan, rastî sûîkastan hatin. Dîroka nêz bi mînakên ji komplo û sûîkastan dagirtî ye. Kurdên di sedsala 20'an de di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de cih jê re nehat dayîn, bû civaka ku herî zêde rastî van komployan hat.

Kurdên nehatin naskirin, tine hatin hesibandin, bi serhildanê û bi berxwedanê bersiv dan. Bersiva dewletên serdest a li van serî rakirinê, tepisandin û komkujî bû. Di van kokujiyan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, pêşengên wan li sêdarê hatin bidarvekirin.

Di têkoşîna lêgerîna li mafê xwe ya sedsala bihurî de, lîderên Kurdan her tim bûn hedef.

Şêx Seîd (1925), Seyîd Riza (1938), Qazî Mûhammed (1946), Dr. Abdûrrahman Qasimlo (1989), Şerefkendî (1992) û Sakîne Cansiz. Lîderên Kurd ên di sedsala dawî de ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê serdest in ve hatin qetilkirin. Hin jê ji ber pêşengê berxwedanê ye hatin darvekirin, hin jê li derveyî welat ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve hatin qetilkirin.

KUJER DIYAR IN LÊ 'KIRYAR NE DIYAR IN'

Di van sûîkastan de navê Îstîxbarata Tirk (MÎT) û Îstîxabarata Îranê (SAVAK) her tim hatin bîranîn, lê ti carî cînayet bi temamî nehatin ronîkirin, hesap nehat pirsîn. Komkujiya Parîsê di rêze cînayetên li derveyî welat de bû ya sêyemîn.

VIYANA Û BERLÎN

Dr. Abdûrrahman Qasimlo yê di sala 1971 û 1972'an de bi daxwaza otonomiya ji bo Kurdistanê ji serokatiya PDK-Î re hat hilbijartin, di sala 1982'an de piştî hêza wan hat qelskirin çû Parîsê û di sala 1989'an de ji aliyê SAVAK'ê ve li Viyanayê hat qetilkirin. Bi heman rengî Şerefkendî jî, li Berlînê di sala 1992'an de ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve hat qetilkirin.

JI DÎLOKÊ HETA PARÎSÊ

PKK, ku bû tevgera berxwedana Kurd a herî bi bandor a ji vê rewşê re got 'bisekine', bû hedefa her şêwe komployan. Rêze komployên ku hînê di dema damezrandinê bi qetilkirina Hakî Karer di sala 1977'an de li Dîlokê re destpê kir, heta 9'ê Çileya 2013'an-Parîsê dewam kir.

JI 9'Ê COTMEHÊ HETA 9'Ê ÇILEYÊ

Beriya wê, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê di 6'ê Gulana 1996'an de hewldaneke sûîkasta bombeyî hat kirin. Di encama zexta hêzên gladyoya navneteweyî ya li bav Esad de, Rêberê Gelê Kurd di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Şamê derket û di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenya Nairobiyê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.

RÊZE SÛÎKAST

Ev komplo, komploya herî berfireh bû ku hêzên gladyo ji bo tinekirina PKK'ê pêk anîn. Hêzên kûr ên dewleta Tirk, bi desteka ji gladyoya NATO wergirtî re PKK bi tenê hedef negirt. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, karsaz û rojnamevanên Kurd jî bûn qurbanên vê têkiliya kûr û qirêj.

DEMÎREL XWEDÎ LI HÊZÊN TARÎ DERKETIBÛ

Vedat Aydin, Mûsa Anter, Savaç Bûldan, Ûgûr Mûmcû, Hrant Dînk û hînê gelek ji wan ji aliyê gladyoya şerê taybet a Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ev hêzên tarî ewçendî bandor li dewletê dikir ku weke "dewleta kûr" hatin binavkirin. Dema pêwîstî pê dibû, di nava dewletê de jî ketin nava hewldanên tinekirinê. Serokkomarê demê Tûrgût Ozal, ji aliyê leşkerî ve jî Eşref Bîtlîs, Ozden tesfiye kirin.

Dema ev bûyer di salên 90'î de derketin holê, serçeteyê çeteya Demîrel-Çîller-Gureş-Agar Serokkomarê wê demê Demîrel bi gotina "dewlet carna derdikeve derveyî karên rûtîn" xwedî li van hêz-rêxistinbûyîna tarî derket.

GLADYOYA NÛ: DAIŞ, HUDA-PAR, BBP, MHP OTUKEN

Bi darizandinên Ergenekon û Balyozê qaşo AKP'ê ev hêzên kûr tesfiye kir; lê ev lêpirsîn qet derbasî rojhilatê Firatê nebûn. Niha baştir tê fêmkirin ku AKP'ê di nava vê demê de kontrgerîlaya xwe, gladyoya xwe ya kesk ava kiriye.

KOALÎSYONA ERDOGAN-BUYUKANIT-NAÎM ŞAHÎN-GULEN

Erdogan ê li Dolmabahçeyê bi Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk a wê demê Yaşar Buyukanit re li hev kir û anî ziman ku ew ê vê lihevkirinê heta gorê veşêre, bi destûra ji DYA girtî re dest bi avakirina kontrgerîla ya nû kir. Navê vê dewleta kûr a nû Ergenekona kesk bû yan jî bi navê xwe yê navdar rêxistinbûyîna paralel bû. Piştî vê rêxistinbûyînê "zarokên baş" ên Buyukanit dest bi kar kirin. Bavê rêxistinbûyîna paralel jî polîtîtaya fethkirina Kurdistanê ji Pensîlvanyayê meşand.

FERMANA KUŞTINAN JI ERDOGAN, FETWAYA WAN JI GULEN

Di vê demê de di êrîşên li Kurdistanê de navê Huda-Par, li Tirkiyeyê jî navê "Otuken" gelek carî derbas dibin. Ev organîzasyon berhema lihevkirina Dolmabahçe ye. Şebekeya gunehan a Fethûlahî, MHP-BBP, Huda-Par û DAIŞ'ê, fermana xwe ji Erdogan, fetwaya xwe jî ji Fethûllah Gulen girt û bi vî rengî ket nava tevgerê. Êrîşa li hemberî Dadgeha Şêwirmendiyê, kuştina Rahîp Santoro û Dînk, komkujiya weşanxaneya Zîrve ya Meletiyê, serdegirtina pirtûkxaneya Ûmût, komkujiyên Peyanîs û Roboskî, li Meletiyê êrîşên li hemberî jinên Ermenî hemû "berhemên zarokên baş" bûn. Xeleke dawî ya van rêze kuştin û komkujiyan li Parîsê rû da.

GLADYOYA KESK LI GORÎ DILÊ XWE TEVGERIYA

Gladyoya kesk mîna pîrê tora xwe ewçend bi xurtî hûnandibû, kesî nikarîbû dest bida vê torê. Weke ku di mînaka Ogun Samast de hat dîtin, tevî ku sûc bi awayekî rêxistinî hat kirin jî kes nikarîbû bi ser de biçe. Bûyerên me li jorê bilêvkirin, weke bûyerên tekane hatin nirxandin, dadgeriya Tirk ev sûc di çarçoveya sûcên rêxistinî de nenirxand. Halbûkî eger ev bûyer ne weke bûyerên tekane mîna bûyerên organîze yên ji navendekê hatin birêvebirin bihata nirxandin, dibe ku komkujiya li Parîsê rû nedabûya.

GLADYOYA KESK HÊZ Û CESARETA XWE JI DESTHILATDARIYA SIYASÎ DIGIRE

Lê belê ji ber ku serkêşê gladyoyê desthilatdariya siyasî bi xwe bû, bûyer li dû hev qewimîn. Dozgerê doza pirtûkxaneya Ûmûtê Sarikaya, dema li pişt bombekirinê li 'şopa rêxistinê' geriya, bêyî fêm bike ka çi çi ye, ji wezîfeyê hat dûrxistin. Mîna Demîrel, vê carê Erdogan yên derketin derveyî rûtînê parast. Kesê ku berî her kesî kujerên Roboskî pîroz kir Erdogan bû. Mîna mînaka HDP'ê yekser hedef nîşan da.

ÇIMA SAKÎNE CANSIZ?

Dewleta Tirk her tim hewl daye rêveberên PKK'ê ji holê rake. Ji ber ku rêxistinbûyînek rêveberiya xwe belav bûye, nikare li ser piyan bisekine. Ji ber vê yekê rêveberiya PKK'ê her tim bû hedefa dewleta Tirk û MÎT'ê. Di sala 2012'an de medya Fethûllahiyan bi awayekî vekirî lîsteyên navan diyarkirin û îdîa kirin ku eger nêzî bîst rêveberên PKK'ê bên tinekirin PKK dikare ji hev belav bibe. Yek ji van navan jî ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bû. Cansiz kadroya yekane ya jin a damezrîner bû. Di bernameya bi navê "Tora Pîrê" ya di sala 2013'an de di TV yên Kurd hat weşandin, derket holê ku MÎT'ê ajan şandiye çiyê û rêveberî hedef girtiye.

Wer dihat fêmkirin ku dewleta Tirk û rêxistinbûyîna wê ya kûr hem li çiyê hem jî li Ewropayê ji bo tinekirina rêveberiya PKK'ê ketibû nava tevgerê.