1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Rawestana Zerdeştî di rengê Ahûra Mazda de
Rawestana Zerdeştî di rengê Ahûra Mazda de,rawestana,zerdeştî,di,rengê,ahûra,mazda,de

Rawestana Zerdeştî di rengê Ahûra Mazda de

A+ A-

”Tişta ku min nekuje dê min xurt bike” Friedrich Nietzsche

Qîrîn û rawestana azad a li hemberî vê komployê, deng û rengê azadiyê bixwe ye

Dîroka desthilatdariyê, dîroka komployan e. Li gel lîstik û komployên di nav xwe de, bi komployên li dijî hemû kes, sazî, rêxistin û hemû tiştên ji derveyî xwe ango li dijî xwe, hewl dane desthilatdariya xwe bidomînin. Lîstikvanên pir baş in desthilatdar. Dexes in, çiqûz in, xayîn in, herî zêde ew tirsonek in, derewkar in, hezarrû ne, hov û barbar in. Bi tenê ji bo berjewendiyên xwe pir zêde bihîstyar in, wekî din ker in kor in û lal in. Stratejîst û analîst in, psîkolog û civaknas in. Desthilatdar, hemû van taybetmendiyên xwe ji pergala ku bi xwe ava kirine digirin û wan, tenê ji bo xwe, ji bo desthilatdariya xwe bikar tînin, ji bo vê jî sînor nas nakin.

Pir berê, ev desthilatdar key ango qralên xudawend bûn. Piştre, xudawendiyê şandin jor, lewre dest gihîştibûne wan û êdî nema dikarîbûn wan destan jê bikin. Ew li jêr man, mîna yekane nûnerên xudawendan. Êdî nema dest jî bikaribin bigihêjine xwedawendên li jor, lewra tirs û xofa wan êdî di nav dil û mêjiyan de bû û yekane nûnerên li jêr, hêz û desthilatiya xwe li ser vê tirs û xofê ava dikirin û dihonan.

Di çîrokên xudawendan de, di nav gelek lehengên ku li dijî xudawendan têkoşiyane û li ba mirovahiyê xwestine cî bigirin de, yên herî zêde derketine pêş ango têne zanîn, Gilgamêş û Prometheus in. Her du leheng jî, ji ber, derketin derveyê kontrola xwedawendan, ji aliyê xwedawendan ve, bi rengekî herî erjeng hatin cezakirin da ji bo yên mayî bibine mînak û kesek nekare car dî serî hilde.

Hesabeke şaş dihate kirin di van cezakirinan de: Lewra rastiyên jiyanê, serdestî tirs û xofê bûn û dûr an nêzîk, her ew bi ser diketin. Di her du mînakan de jî wisa bû. Xudawend, li gel hemû xezeb û barbariyên xwe ve jî, nekarîn rê li ber Gilgamêş û Prometheus bigirin. Lewra Gilgamêş giyana berxwedêriyê, ya hevaltiyê û bibiryariya lêgerîna rastiyên jiyanê diyarî mirovahiyê kir û Prometheus agir ku reng û dengê zanyarî û şarezayiyê ye, diyarî mirovahiyê kir. Ev diyarî, bûne destpêka têkçûna xudawendan û bi wan re jî wendabûna tirs û xofa li ser mirovahiyê. Û jiyan bi pêş ket. Lê desthilatdar tu carî dest ji armanca domandin û berfirehkirina desthilatdariya xwe bernedan. Ji bo wê, li rê û rêbazên nû geriyan û her carê jî tiştek dîtin, lê her carê jî li hemberî xwe hêza rastiya jiyanê dîtin ku di her dem û serdemî de bêtir, di hin kesayetiyan de derkete pêş.

Di her dem û serdemê de jî, ev kesayetên xwedî van taybetiyan bûne armanca xezeba desthilatdaran, lewra di wan de têkçûn û tunebûna xwe baş didîtin. Pêşî xwestin wan manîpule bikin û pîs bikin, ji çavên mirovan bixînin. Ji bo vê her rêyên qirêj bikar dianîn. Hinek bandor bikira jî, di encamê de feyde nedikir. Wê demê jî hewl didan ku ew kesayetî rêya înkariya xwe hilbijêre û wî/ê bi wî rengî tune bikin. Dema didîtin ew jî fêde nake, vê carê bingeha tunekirina wî/ê ya fizîkî amade dikirin û pêk dianîn, lê êdî dereng bû. Lewra her tiştên ku dikirin, mîna bumerangê li wan dizivirî û li nav mêjiyê wan diket.

Rêbazên desthilatdaran a ji bo têkbirina van kesayetiyan di tu demên dîrokê de jî neguherî û di tu demên dîrokê de jî ev rêbaz û kiryarên desthilatdaran, nebû çareserî. Dijberî wê, ev kesayetî bûne navê pêşkeftina azad a jiyan û mirovahiyê. Tu kesek, navê dozgerê biryara kuştina Sokrates da, ango navê kesê ku wê demê nûneriya wê pergalê dikir nizane. Her wiha yên biryara şewitandina Giordano Bruno, an gurandina Hallâc-î Mansûr, ango kevirkirin û parçe parçekirina Hypatia´ya Îskenderiyeyî dane kî ne, kesek nizane. Ew kes bi tenê mîna pergal, desthilatdar, ango mêjîgenî têne zanîn û binavkirin.

Xwedawendê hemdemî, ango yê îroyîn, êdî pergala kapîtalîzmê bi xwe ye ku di kesayetiya hêz û dewletên mezin de tê temsîlkirin. Reng, cî, teşe biguhere jî, derûnî, armanc, rê û rêbazên xudawendan tu carî naguhere. Lewra yekane armanca wan, domandina desthilatdariyê ye û ji bo vê jî bikaranîna cîhanê, mirovahiyê û hemû nirx û rûmetên wan in. Yên sînoran li ber mirovahiyê datînin û vê cîhana bedew û bêhempa parî bi parî dikin, ji bo desthilatdariya xwe sînoran nas nakin.

Di vê serdema me de ku pergala kapîtalîzmê çavan bi temamî kor, guhan bi temamî ker û devan bi temamî lal kiriye û bêyî haya wê nahêle pel biheje; di vê serdema me de ku pergala kapîtalîzmê bi rê û rêbazên herî qilêr û hevkariya teknîka pêşkeftî heta bi şanikên mirovan ve dejenere û pûç kiriye û mirovan bi ajoyên wan ve bi têlên ji pola girê daye, wan kiriye nav cîhaneke sexte, ji hemû rastiyên jiyanê û cîhanê dûr û xiyalî; di vê serdema me de ku pergala kapîtalîzmê êdî mirovahiyê aniye rewşeke wisa ku, her kes bi dilê xwe û heta bi daxwazeke pir mezin ji bo wan, desthilatdariya wan û berdewamiya desthilatdariya wan kar dike; di vê serdema me de ku ji bilî çend dengên lawaz û bê ser û ber û rêxistin, her kesek di koroya pergalê de dixwaze bibe asolîst û bi notayên pergalê, stranên pergalê diqîre û ne tenê diqîre, lê qirik li xwe diqelêşe, Qîrîniyek Zerdeştî, di rengê Ahûra Mazda de bilind dibe ji Rojhilata Navîn, derguşa mirovahiyê, ji Kurdistana rengîn û li hemû cîhanê olan dide. Xudawend dicifilin, dilerizin, ditirsin. Lewra ew desthilatdarên cihanê û mirovahiyê bin, tirsa wan jî desthilatdarê wan bi xwe ye. Êrîşa herî hov û barbar, ji encama tirsa herî mezin diafire û xwe dide der.

Bi hezaran sal jî derbas bibe, heta ku xwedawend û desthilatdariya wan hebe, dê bîra wan a herî zelal, hebûna lehengên pêşvebirina jiyana azad a mirovahiyê be. Ev leheng dê her tim tirs û xofa xudawendan bin. Ji ber vê jî dê tu carî nexwazin bi van lehengan re di tu dem û serdemî de rû bi rû bibin. Ji bo rû bi rû nebin jî, ji destê wan çi bê dê bikin ku dikin jî.

Di encama van rastiyan de, xudawendên îroyîn, bi heman rêbazên xwe ve berê xwe dane wê qêrîna Zerdeştî ya di rengê Ahûra Mazda de. Piştî têkçûna hezar û yek hewldanên herî bi qilêr û bê sînor ên manîpulekirin, rûreşkirin, piçûkxistin û tunekirinê, 15´ê sibata sala 1999´an, bû destpêka komployeke nû ya herî berfireh û kûr. Di dîroka mirovahiyê de cara yekem bû ku komployeke wiha kûr û berfireh a bi hevkariya hemû xwedawendên çavsor û hov ve, di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li dijî gelê kurd û pêşeroja azad a mirovahiyê hate amadekirin, pêkanîn û tê domandin.

Dîrokê careke din xwe dubare kir. Lê ne tenê ji bo me, bêtir jî ji bo Xudawendan. Lewra qîrîn û rawestana azad a li hemberî vê komployê, deng û rengê azadiyê bixwe ye ku ji giraveke bêxwedî bilind dibe, olan dide.

Mahabad Felat Arda 2013-02-09 / Stockholm [email protected]