1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Referandûma Îskoçya ya serxwebûnê di 18’ê Îlonê de ye
Referandûma Îskoçya ya serxwebûnê di 18’ê Îlonê de ye,referandûma,îskoçya,ya,serxwebûnê,di,18,ê,îlonê,de,ye

Referandûma Îskoçya ya serxwebûnê di 18’ê Îlonê de ye

A+ A-

GLASGOW - ANF Gelê Îskoç wê 18’ê Îlonê ji bo çarenûsa xwe deng bide. Mijarên wê welêt bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî bimîne yan jî serxwebûnê hilbijêre bi şantajên li qada aboriyê didomin.

Îskoçyayî yên ji sala 1707’an ve di bin serweriya Qraliyeta Brîtanyayê de dijîn, wê piştî 5 rojan biçin ser sindoqan. Îskoçyayî di bin banê Brîtanya de wek neteweyê damezrîner tên qebûlkirin, bi sala 1997’an ve mafê avakirina parlamentoya xwe qezenckirin. Îskoçyaya xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrol û sanayiyê ku ji bo Brîtanya yek ji dînamîka herî mezin e wê 18’ê Îlonê biryara xwe bide.

Gelek siyasetmedar û nûrenên şîrketan diyar dikin ku eger Îskoçya serxwebûna xwe bi dest bixe wê ji yekîtiye Ewropa derkeve û welêt ji bo di aliyê aboriyê de xwe kom bike wê demeke dirêj pêwîst e. Herî dawî şîrketa petrolê BP hişyariyên bi heman rengî kirin û dixwaze Îskoçya bi Brîtanya ve girêdayî bimîne.

Îskoçyayên nêzî 300 sal in serxwebûna xwe winda kirine di çi astê de serxwebûna xwe ya tam dixwazin zehmet e mirov fêm bike. Ji sala 2012’an ku biryara referandûmê hat girtin di destpêkê de dengên ‘na’ ku li pêş bûn, di demên dawî de kesên dibêjin ‘erê’ zêde bûne.

Dema mirov li herêmên YE alîgirên serxwebûnê li ber çavan digire, eger bê gotin ku Îskoçyayî di heman demê de wê çarenûsa YE jî diyar bikin wê zêde ne mubalexe be.