1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Reformên Kurdistanê di rojevê de ne
Reformên Kurdistanê di rojevê de ne,reformên,kurdistanê,di,rojevê,de,ne

Reformên Kurdistanê di rojevê de ne

A+ A-

Hewlêr (AKnews) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) Fuad Hisên, diyar kir, soz û daxwaziyên Serokê Herêma Kurdistanê, derbarê rewşa herêmê de, dê di dema xwe de bên cîbicîkirin.

krg logo, Hukmati harem logoSerokê Dîwana SHKê Fuad Hisên, ji AKnewsê re axivî û got, ew sozên ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de xuya kiribû, di digel destpêkirina dewama fermî ya hikûmetê de, dê bên şopandin.

Hisên, diyar kir, hinek daxwaziyên Serok Barzanî, girêdayî hikûmetê ye û divê hikûmet cî bi cî bike, hinek jî, girêdayî yasayê ne ku ew jî dikeve ser milê parlamentoyê.

Ji aliyekî din, Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî jî, ji AKnewsê re got, bo cîbicîkirina daxwaziyên Serokê Herêma Kurdistanê, hikûmet dest bi kar bûye û gavên pêwîst bo vê yekê avêtine.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 20ê Adarê, di peyama xwe ya Newrozê de, hinek daxwazî derbarê pêkanîna reform û guhertinan li Kurdistanê aşkere kiribû û gotibû, "Hûn, dê bibînin heta 3-4 mehên din, guhertinên girîng li Kurdistanê pêk bên."

Beşek ji daxwaziyên barzanî wiha bûn:

"Nehêştina karên rutîn li nav dezgehên hikûmetê, avakirina desteya destpakî û komîteya pêdaçûna malnişîniyê, nehêştina tezkiya hizbî bû damezrandinê."

Nûçe: sa