1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. `Rejîma Kemalîst pir zalim bû`
`Rejîma Kemalîst pir zalim bû`,rejîma,kemalîst,pir,zalim,bû

`Rejîma Kemalîst pir zalim bû`

A+ A-

Sempozyûma ku ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetên Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ve li Stebolê hat lidarxistin, bi axaftina nivîskar Vedat Turkalî dest pê kir. Turkalî, derbarê Tertele û Qirkirina Dêrsimê de got: “Me bi dijberiyeke temamî têkoşîna polîtîk bi rê ve nebir. Şertûmerc pir giran bûn. Rejîma Kemalîst, rejîmekê pir stemkar/zalim bû.”

Di sempozyûma ku ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetên Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ve hat lidarxistin de nivîskar Vedat Turkalî axivî û têkildarî Terteleya Dêrsimê bîranînekê xwe kir û got; “Me bi dijberiyeke temamî têkoşîna polîtîk bi rê ve nebir. Şertûmerc pir giran bûn. Rejîma Kemalîst, rejîmekê pir stemkar/zalim bû. Bi awayekî pir giran zext û zordarî bi pêş xistin.”

KEMALÎZMÊ ÇEPGIRÎ BIŞAVT

Turkalî di axaftina xwe de pêwendiyên Partiya Komînîst a Tirkiyeyê (TKP) yên bi deshilatdariya Kemalîst re bi bîr xist û wiha pêde çû: “Kemalîzmê, çepgirî bişaft/asîmîle kir. Hewl da Kurdan jî bipişivîne û bihelîne, lê bi ser neket. Kurdan li ber xwe dan, hê jî li ber xwe didin.”

Turkalî yê ku ji bo gerîlayên PKK’ê derbirînên ‘Yên li çiyê ne terorîst in, Ocalan jî ne terorîst e’ anî zimên û got ku heta niha tu caran bawer nekiriye ku ‘terorîzm’ kêrhatî be. Turkalî wiha axivî: “Lê ‘bînbaşi’yê Zîndana Amadê bi 3 gulleyan hat kuştin, ev vê meseleyê dinivisînim, dema ez dinivîsinim jî şad û bextewer dibim.”

Turkalî di axaftina xwe de bi van gotinan bal kişand ser hovîtiya deshilatdariyê: “Ev kar ne tenê yên leşkeran e, bi deshilatdariya sivîl jî pêk tê. Ma hûn ê bêje serî li hovîtiyên herî giran nedin? Dê serî lê bidin.”

HÛN Ê NIKARIBIN PKK’Ê TENGAV BIKIN

Turkalî serdana Alîkarê Serokê DYA’yê Joe Biden a ji bo Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha got, “Dê li dijî PKK’ê bergiriyan bigirin, dê ji çi re bibe, nikarin bi vî awayî çareyek bi dest bixin. Ew ê nikaribûn, tevgerên xwe dispêrin gel, tengav bikin.”

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR TAWANBAR E

Turkalî, bal kişand ser girtina Prof. Dr. Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû û gotinên Wezîrê Karên Hundir yê rejîma Tirk ên ji bo Ersanli gotibû ‘di ciwaniya xwe de ketiye nav kar û barên komînîstî’ bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Wezîr tawanbar/sûcdar e, ev helwesta wî faşîzm e. Faşîzm jî di dinyayê de weke tawana mirovatiyê hatiye pesendkirin.”

Turkalî, qala Tevgera Kongreyê ya bi beşdariya BDP û rêxistin û partiyên cûr bi cûr ên çepgir pêk hatiye, kir û wiha axivî: “Partiyên çepgir piştgirî didin têkoşîna BDP bi rê ve dibe, ez ji ber vê yekê gelekî şa dibim. Tevgera Kurd rênîşander e.”

DIVÊ JI TKP’Ê RIZGAR BIBIN

Turkalî, TKP’ya îroyîn jî bi bîr xist û got; “Partiyekê bi navê TKP’ê heye, divê ji vê partiyê rizgar bibin”. Turkalî, wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Yan em ê dinyayê rizgar bikin, yan jî em ê tune bibin. Zarokên me yên li çiyan şer dikin û rewşenbîr, karker, ciwan û hemû însanên me yên xwedî namûs ên îro li vê salonê kom bûne, di nav şerê hem rizgarkirina xwe hem jî rizgarkirina cîhanê de ne. Divê bîr û feraseta vê yekê hebe.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî