1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Rewşa misrê asayî nabe
Rewşa misrê asayî nabe,rewşa,misrê,asayî,nabe

Rewşa misrê asayî nabe

A+ A-

QAHÎRE - Serhildanên gelê Misrê yên berî du heftiyan dest pê kiribûn, li rexmê hemû hewldanên ji bo asayîjirina rewşa Misirê, ranawestin. Serhildanên gelên Misrê ku bi boneya îstîfakirina Mubarek dest pê kiribû, digel hemû hewildanên ji bo Misir vegere rewşa xwe ya asayî vala derketin.

Xwepêşandêrên Misrê, şeva xwe di nava tankên li Meydana Tehrîrê, an jî li bin tankan borandin û diyar kirin ku heta Mubarek îstîfa neke ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin. Artêşê diyar kiribû ku ew ê li dijî xwepêşandêran çalakiyan pêk neyne. Her wiha, li gor pêşbîniyan aborîzanan, Misrê 310 milyon ji ber xwepêşandanan ziyan girtine.

Xwepêşandêrên li Meydana Tahrîrê, nahêlin memûrên dewletê têkevin Mogamma a ku wek dilê burokrasiya Misrê tê zanîn û xebata memûran asteng dike. Ev yek jî derbê li aboriyê dixe.

MUXALEFET AŞ NEBÛ

Hevdîtina di navbera mûxlelefet û rêveberiya Misirê de nekarî çareserî ji qeyrana li Misirê re bîne. Hikûmetê duh di hevdîtinê de hinek pêşniyar hatin kirin, lê muxalefet xwe nêzî pêşniyaran nekir.

Di hevdîtina di bin serokatiya Alîkarê Serokomarê Misirê Omer Silêman de hat lidarxistin de, komên ciwan û aqilmendên welêt, herwiha cara yekem Birayên Misilman bi rêveberiyê re li ser mase rûnişt.

Televîzyona Misirê dabû diyarkirin ku wê ji bo guhertina destûra bingehîn komîsyonek taybet were avakirin. Wê komîsyon di dawiya meha Adarê de wê pêşniyarên xwe yên ji bo reformê rabigihîne.

Lê Birayên Misilman jî ji bo berdewamkirina hevdîtinan dixwaze Mubarek dest ji kar bikişîne, parlmento were têk birin, qedexeyên rewşa awerte bêne rakirn û girtiyên siyasî bêne berdan.


Bêjeyên Miftehî