1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rewşa Penaberên Sûrî li Mûşê
Rewşa Penaberên Sûrî li Mûşê,rewşa,penaberên,sûrî,li,mûşê

Rewşa Penaberên Sûrî li Mûşê

A+ A-

Rûken Işik / Dengê Amerîka 04.05.2014 14:04

Ji ber şerê navxweyî ku ev bêtirî sê salan li welatê wan berdewam dibe, hemû bajar û deverên Tirkîyê bi penabêren Sûrî tijî bûne.

Lê xebatkara sazîya Koma Jinên Serdana Mûşê Nûrcan Çetînbaş dibêje, penaberên Sûrî bi piranî reviyane û hatine bajerên Kurdistana Tirkiyeyê, wek Muşê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka xanim Çetînbaş herwiha dibêje ku bandora şerê herî pirtir li ser zarok û jinan heye. Li Mûşê, penaberên Sûrî piranî bê xanî li derve mane û bûne parsek. Metirsîyeke mezin bo jinan heye ku têkevin riyeke qirêj jî.