Rewşa Sedat Can xeter e!.
Rewşa Sedat Can ê di grevê birçîbûnê de xeter e
Girtiyê Girtîgeha Tipa L a Kalkandere ya Rîzeyê Hasan Kaçar ku 10 salin girtî ye, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku Sedat Can xwîn verdişe û rewşa wî nebaş e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên PKK'î û PAJK'î yên di 12'ê Îlonê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir 46 rojin berdewam dike. Her ku roj zêde dibe tenduristiya girtiyan jî xera dibe û agahiyên xerab tên. Girtiyê Girtîgeha Tipa L a Kalkandere ya Rîzeyê Hasan Kaçar ku 10 salin ji doza PKKRê girtî ye, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku Sedat Can xwîn verdişe û rewşa wî nebaş e. Birayê Hasan Kaçar Mahmut Kaçar, diyar kir ku birayê wî bi minasebeta cejnê bi telefonê li wî geriya ye û wiha got: "Birayê min 13 rojin ketiye grevê. 10 salin ji doza PKK'ê girtî ye. Berê çend caran emeliyat bû û nexweşê romatizmayê ye. Bi telefonê ji mere got bi taybetî kesên ketine grevê rewşa Sedat Can giran e. Êdî xwîn verdişe. Birayê min Kaçar diyar kir ku ew dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin û heta daxwazên wan pêk bên dê çalakiya xwe pêk bînin. Em dixwazin bi lezgîn daxwazên wan pêk bên. Divê her kes baş zanibe ku heta dawî em li pey daxwazên wan in."
(mae)
