1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Roboskiyî: Gef li me dixun!..
Roboskiyî: Gef li me dixun!..,roboskiyî,gef,li,me,dixun

Roboskiyî: Gef li me dixun!..

A+ A-

Malbatên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan ji ber ku xizmekî wan di gola ocaxa komurê de jiyana xwe ji dest da çalakiya dê li cihê bûyerê li dar xistibana taloqkirin. Ferhat Encu yê ku di komkujiyê de birayê xwe Serhat Encu winda kir, diyar kir ku ji ber çalakiya dê li dar bixin rastî zext û gefan tên lê ligel vê yekê ew dê çalakiya xwe li dar bixin. Encu, bang li hemû derdorên bihestiyar kir ku piştgiriyê bidin wan.

Malbatên 34 kesên di 28'ê kanuna 2011'an de li gundê Roboskiyê ya Qilebanê ya Şirnexê di encama bombebaran balaferên şer ên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyandin ku ew bi armanca şermezarkirina ligel 5 meh bi ser bûyerê de derbas bûn lê hêj kiryarên bûyerê nehatin girtin û daxuyaniyên hikûmetê yên têkildarî mijarê de dê li cihê bûyerê çalakiya bêdem a rûnştinê lidar bixin. Lê roja dê çalakiyê li dar bixin (2 hezîran) Abdullah Encu yê 19 salî di gola ocaxa komurê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da, malbatan çalakiya xwe taloq kirin. Malbatan diyar kir ku ew dê rojên pêş de çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin.

'Ji bo em dest ji çalakiyê berdin em rastî gefan tên'

Ferhat Encu yê ku di komkujiyê de birayê xwe Serhat Encu winda kir, diyar kir ku ew dixwazin bi çalakiyê peymê bidin rayedarên dewletê yên pişta xwe li bûyerê zivirandin û raya girt. Encu, anî ziman ku hikûmet bi daxuyaniyên didin dixwaze bûyerê veşêre. Encu, da zanîn ku ew dê bi çalakiyê bertekan nîşanî raman serokwezerî û wezîrê karên hundir bidin. Encu, bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê ên "Ew fîguran in" da. Encu, bilêv kir ku ew gotin di heman demê de ji wan re heqaret in. Encu, destnîşan kir ku tu hêviya wan ji edaleta tirk tuneye û wiha got: "Çalakiya em dixwazin pêk bînin ji bo hesebê ji berpirsiyaran bi pirsin e. Em 32 malbat hatin cem hev me biryarek wisa girt. Ji bo em dest ji vê çalakiyê berdin em rastî zext û gefan tên. Lê ligel hemû zext û gefan me dest ji biryara xwe berneda. Ji ber ku roja çalakiyê de me xizmek xwe winda kir me çalakiya xwe taloq kir. Lê em dê teqez çalakiyê li dar bixin. Em tenê malbatên Roboskiyê na em bang li hemû raya giştî ya Kurdistan û Tirkiye, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dikin ku piştgirtiyê bidin çalakiya me."

'Tu hêz nikarin me bikirin'

Encu, diyar kir ku ew gotinên Serokwezîr ên têkildarî Robokiyê de weke "psîkolojiya sûcdariyê" dinirxînin û dixwazin mijarê bi nîqaşên cuda veşêrin. Encu, anî ziman ku her tim "tazmînatê" tînin rojevê û serokwezîr Erdogan got "Em zêde jî da" û wiha axivî: "Hêza tu kesî tuneye me bikire. Heke kiryar hesabê didin dê berxwedana Roboskiyê berdewam bike. Hêj Serokwezîr Erdogan malbatên xizmên xwe winda kirin ziyaret nekirin. Lê tevlî kongreya AKP'ê ya Amedê dibe. Qîmeta dide 34 kesan ev e."

'Razemeniya dewletê ya vir tenê sruda 'ez tirk im rast im' e'

Abdulcebbar Uysal jî têkildarî çalakiya dê li dar bixin agahî dan û diyar kir ku armanca wan ya yekemîn şermezarkirina serokwezîr Erdogan ê ku tevlî kongreya AKP'ê ya Amedê dibe lê ji ber qezeya pêk hat wan çalakî bi zorê taloq kirin. Uysal, anî ziman ku ew dê bêdem rûninên û heta hesab ji kiryaran tê pirsîn dê bi biryar çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: "Wijdana me rûniştinê qebûl nake. Ez bang li serokwezîr dikim. Heke em perçeyên mirovan ên me li wir komkirin, perçeyekî ji wî re rêbikin dê wijda wî vê komkujiyê qebûl bike? Serokwezerî got 'Li wir leşkerên me şehîd dibin' Ji bapîrên me heta niha em vê riyê bikartînin û diçin qaçaxê. Daxuyaniyê 'gundî wekî PKK'iyan hatin dîtin' didin. Heta niha min rojekê nedît PKK'iyek di wê rê de derbas bû. Ev rê tenê ji aliyê gundiyan ve tê bikaranîn. Dewletê li vir ji bîlî cerdevaniyê tu riyên din nehiştin ji ber wê yekê em jî dahatina xwe bi wê riyê qezenc dikin. Razemeniya dewletê li vir tenê dibistan e. Di van dibistanan de sruda 'Ez tirk im rast im' e. Em dixazin bi hev re weke bira bijîn."

'Ji xwe serokwezîr her roj me dikuje'

Birayê Nadîr Alma yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hîkmet Alma jî diyar kir ku hikûmet bi daxuyaniyê dide her roj êşa wan nû dike û wiha got: "Piştî bûyerê Serokwezîr Serfermendar pîroz kir û bi gotinên gotin her roj me qetil dike. Rayedarên hikûmetê jî daxuyaniyên bi heman rengî dan. Dema me dest bi çalakiya xwe kir heta em encamê digirin em dê bidomînin. Em di serî de bang li gelê kurd û hemû derdorên demokrat dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya me."

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî