ROJ TV, NUÇE TV û MMC tê girtin
KOPENHAG - ANF Di dîroka çapemeniya Danîrmakayê de Nûçe TV, MMC ku rastî cezayên pere yên giran hatin û girêdayê şîrketên Roj TV û Mezopotamyayê bûn biryara rawestandin weşanên xwe dan. Midûrê Giştî yê şîrketê Îmdat Yilmaz da nîn ku ji ber cezayê pereyan û betalkirina lîsans û derfetên tîcarî têk çûne û got: “Îro em îflaskirina şîrketên xwe radigînin û me biryara rawestandina hemû weşanên xwe da. Weşanên Nûçe Tv û MMC îşev saet ji 24.00 şûnde bi dawî dibe.
Weşanxaneya Mezopotamya Broadcastîng ya li Kopenhag a Danîrmakayê ye û Roj Tv îflaskirina xwe ragîhandin û şîrketan diyar kir ku ji ber betalkirina lîsansa der barê weşanan de ya dadgehan daye 10 mîlyon kron cezayê pere hatine vê rewşê.
Bi îflasê re şîrketan biryara rawestandina weşanan di serî Nûçe TV û MMC û hemû weşanan daye.
Der barê biryarê de Midûrê giştî yê Broadcastîng ya Mezopotamyayê Îmdat Yilmaz daxuyaniyek da û got: “Dadgeha bajar a Kopenhagê li Mezopotamya û Roj Tv du mîlyon nîv kron cezayê pere dabû û ev ceza ji aliyê dadgehên Danîrkayê ve daxistin 5 mîlyon kron.
Yilmaz got li dijî vê serî li dadgehê dane û îtîrazê dadgeha bilind kirine û beyîn ku biryara dadgehê bê îmze avêtine vê biryarê.
Yilmaz got di encama cezayê pere û betalkirina lîsansê faliyetên wan yên bazirganî tune bûne û ji ber ku banka jî di dayîna vî pereyê de bi erênî nêz nebûn me biryara îflasê daye.Yilmaz da zanîn ku encama zextên li ser wan pêk hatiye de hatine vê astê.
JI BIRYARA SIYASÎ KILIFÊ HIQÛQÊ
Yilmaz got ji sala dest bi weşanê kirina 1999’an heta niha ji ber sedemên siyasî rastî zextan hatine û got: “Sedema ku îro em anîne vê astê zextên siyasîne. Tirkiye û DYA ji bo Rov TV, Nûçe Tv û yên din bên girtin serî li rêbazên cuda dan. Zext li Danîmarkayê kirin. Doz li me vekirin. Di 2010’an de hesabên me hatin girtin. Me bi riya dadgehê ev vala derxist.lê piştre hema doz hatin vekirin. Di encamê de kilif kişandin biryara siyasî.
WEŞAN SAET DI 24.00’AN ŞÛNDE DÊ BISEKINE
Yilmaz got di encama vê pêvajoyê de ev biryar girtin e û got ew îro îflasa şîrketên xwe radigihînin û me biryara rawestandina hemû weşanên xwe daye û wiha got: “Weşanên Nûçe TV û MMC dê îro saet ji 24.00’an de rawestin. Ev bo me biryarek zehmete. Lê ev 13 sale me ji gelê xwe re xizmet kir. Em her tim rastî zextan hatim. Dengê kurdan her tim qut kirin. Lê dê hevalên me ala me li erdê nehêlin.
DÊ PAŞDE GAV NEYÊ AVÊTIN
Yilmaz anî ziman ku her çiqas dawî li weşana xwe bînin jî dê xebatkarên wan li di qada çapemeniyê de xizmetê bidin û di vê mijarê de şûnde gavê navêjin. Yilmaz da zanîn ku dê di her firsetê de ked û hewldana gelê kurd bînin ziman û got: “Ez têkoşîn dê bidome. Em di dost û gelê xwe re dê kevneşopiya xw eya çapemeniya azad bimeşînin. Em soza xwe ya bo gelê xwe dubare dikin.
