1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Roja ji Rojava hil tê, mirovahiyê ronî dike'
'Roja ji Rojava hil tê, mirovahiyê ronî dike',roja,ji,rojava,hil,tê,mirovahiyê,ronî,dike

'Roja ji Rojava hil tê, mirovahiyê ronî dike'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Di rewşeke ku li holê mekanîzmayeke edaletê nîne de, nîqaşên li ser çekdanînê glekî bêwate ne."

A+ A-

BEHDÎNAN - GULAN BOTAN / ANF Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hîn bêhtir Şênber bûye. Desthilatdariya serdest bi ti awayî xwe nêzî çareseriyê nake, hewl dide muzakereyê veguherîne tinekirinê. Tevî van hemû êrîşan rastiyeke gelê kurd a fermî bûye heye. Li eniya leşkerî jî em ne mîna berê ne, hîn bêhtir xurt û xwedî tecrûbe ne. Tecrûbeyeke me ya xurt û berxwedaneke me ya destanî heye."

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan, der barê banga çekdanînê ya ji aliyê dewletê û hin derdoran ve tê kirin got, "Di rewşeke ku li holê mekanîzmayeke edaletê nîne de, nîqaşên li ser çekdanînê glekî bêwate ne. Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî nayê dayîn, ti ewlekariyeke qanûnî nîne. Lewma nîqaşeke bi vî rengî bi kêr nayê, çekdanîn li aliyekî hîn bêhtir wê rakirina çekan teşwîq bike."

Erzîncan anî ziman ku tevî ragirtina 17 salan a li Girtîgeha Îmraliyê jî hemû nuqteyên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir, bûyer û rêveçûna li Rojhilata Navîn diyar dikin, bandorê lê dikin û got, "Ji ber vê yekê sekna Rêberê me ya li Îmraliyê dîrokî ye. Bi nêrîn û pêşniyarên xwe yên şênber re, yekser bandorê li gelê Kurd û tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Ev yek jî nîşan dide ku rastiya Rêbertiyê çiqasî sekneke awarte ye, ne tenê berxwedaneke ji rêzê ye, sekneke xwedî perspektîfên çareseriyê û polîtîkaya çareseriyê ye. Ragirtina Rêberê me li wê derê, ji ber qanûnên taybet in. Tevî ku polîtîkayên dewletê û mercên girtîgeha li Îmraliyê cuda ne jî, Rêberê me li ber xwe dide û nêzîkatiyên wî yên ji bo çareseriyê li holê ne. Berxwedana wî berxwedaneke ji pîvanên xwe tawîzê nade ye û di heman demê de têkoşînek ji bo parastina mafên gelên Rojhilata Navîn dimeşîne. Li hemberî pêkanînên cuda, sekin û hêzeke bi vî rengî ya çareseriyê, cudahiya wî nîşan dide. Li Îmraliyê li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst hêza nêrînê û sîstemeke alternatîf derket holê. Ev yek jî ji bo hêzên derve û dewletan bû sedem ku êrîşî Rêberê me bikin. Êrîşên bingehîn li hemberî nêrîn û sîstema demokratîk a Rêberê me tên kirin. Rêberê me bi polîtîkayên xwe yên şênber ên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re polîtîkayên AKP'ê pûç kiriye. Hêrsa bingehîn a AKP'ê ji ber vê ye. Rêxistinbûyîna gelê me astengiya herî mezin a li pêşiya yekdestiya AKP'ê ye. Di rewşeke ku armanca AKP'ê desthilatdariya bi serê xwe bû de, rêxistinbûyîna gelê me, hembêzkirina derdorên din ên etnîkî û tevlîkirina wan li vê rêxistinbûyînê, vê asteng dike."

'RÊBERÊ ME MÎSYON DESTNÎŞAN KIR, JINAN PÊŞENGTÎ KIRIN'

Erzîncan anî ziman ku jinê her tim di asta pêşengtiyê de tevlî çarçoveya sîstema çareseriyê ya Ocalan bûye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di çarçoveya sîstema çareseriyê ya Rêberê me destnîşan kir de jin her tim di asta pêşengiyê de tevlî bû. Di vê mijarê de weke tevgera jinê me hewl dan bi xurtî tevlî bibin û bersivê bidin. Piştî sala 20009'an, rola jinê ya di ji nû ve avakirinê de bêhtir diyar bû. Wekî din, der barê rewşa Rêberê me tê de ye de plansaziyên me çêbûn. Li hemberî gelê me, Rêberê me û gerîla êrîş tên kirin. Li hemberî van, weke jin em li dijî êrîşan Nêrînên Rêberê xwe xurt dikin û bi projeyên şênber re bersivê didin. Vegotina herî şênber a vê yekê berxwedana jinan a li Kobanê û Şengalê ye. Ji ber ku em êdî dizanin ku hemû polîtîkayên AKP'ê yên li ser çareseriyê, sedemên ji bo yekdestkirin û xurtkirina xwe ne. Hevdîtina Dolmabahçeyê mînaka vê ya şênber e. Azadî û tevlîbûna Rêberê me li pêvajoyê ji bo me esas e. Em azadiya Rêberê xwe weke armanca esasî datînin pêşiya xwe. Em ê vê yek hem ji bo xurtkirina avakirinê hem jî ji bo azadiya Rêberê xwe bi xurtkirina çalakiyên xwe re pêk bînin."

'EM ÇIMA DEST JI ÇEKAN BERDIN?'

Erzîncan da zanîn ku ji bo çekdanînê ti sedem nîne û heta gavên şênber neyên avêtin meşandina van nîqaşan bêwate ne. Erzîncan destnîşan kir ku ji dema avabûna dewleta Tirk û vir ve nêzîkatiya li Kurdan her tim bi şêweyê înkar û tinekirinê ye.

Erzîncan diyar kir ku têkoşîna 40 salan a PKK'ê ji bo pûçkirina vê yekê ye, polîtîka û îdeala bingehîn a AKP'ê têkoşînek ji bo qedandina PKK'ê ye û got, "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev bêhtir şênber bûye. Desthilatdariya serdest bi ti awayî xwe nêzî çareseriyê nake, hewl dide muzakereyê veguherîne tinekirinê. Tevî van hemû êrîşan rastiyeke gelê kurd a fermî bûye heye. Li eniya leşkerî jî em ne mîna berê ne, hîn bêhtir xurt û xwedî tecrûbe ne. Tecrûbeyeke me ya xurt û berxwedaneke me ya destanî heye. Di rewşeke ku li holê edalet nîne de meşandina nîqaşên çekdanînê gelekî bêwate ne. Ji aliyê fermî ve kîjan mafê Kurdan hatiye dayîn ku daxwaza çekdanînê li wan tê kirin.

Ji aliyê fermî ve zimanê Kurdan jî nayê naskirin. Di rewşeke ku ji aliyê qanûnî ve ewlekariyek jî nîne de meşandina nîqaşeke bi vî rengî wê bibe sedema rakirina hîn bêhtir çekan. Dewleta Tirk ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye. Li hemberî vê yekê hêvîkirina gelek tiştan a ji me, şaş e. Ne tenê milîtanên PKK'ê, gelê me jî vê qebûl nake. Li hemberî banga çekdanînê, em ê bi şiyara mezinkirina berxwedan û têkoşînê re bersivê bidin. Pêkanîn û planên şerê taybet ên dewleta Tirk gelekî zêde ne, yekalî nîne. Lê belê ev hemû êrîş xwedî armancekê ne. Nêzîkatiyek ji bo qelskirina civaka Kurd heye. Di rewşeke ku li hemberî civakê ev tê kirin de, li hemberî xwezayê jî nêzîkatiyeke gelekî bêrehm heye. Dilsoziya bi axê re yek ji pîvanên me yên bingehîn e. Bi HES û bendavan re dixwazin vê erdnîgariyê biguherînin, bi valakirina gundan re dixwazin Kurdistanê ji mirovan xalî bikin.

Mînaka herî şênber a vê yekê şewitandina gundan û çêkirina bendavan e. Li hemberî komkujiya ekolojîk çalakî jî hene. Pêkanînên bi vî rengî ji bo tevgera me sedemeke şer e. Em van weke êrîşên îdeolojîk dibînin. Jİ ber ku di heman demê de em tevgereke ekolojîst in. Helwesta me ya li hemberî van zelal e. Em nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin. Weke êrîşa li hemberî xakê dibînin. Di dawiya dawî de ya ku Tirkiye dibêje, Erdogan bi polîtîkaya xwe re nîşan dide ev e; 'ez li dijî de di rewşeke şerê topyekûn de me'. Yanî siyasetmedar çi dibêjin bila bêjin pratîk ev e. Bersiva me ay li hemberî vê jî berxwedana topyekûn, xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Wekî din, ji bo me bi tenê berxwedan têrê nake. Ji nû ve avakirina jiyana demokratîk yek ji armanc û wezîfeyên me yên bingehîn in. Em di nava şer de bin jî ji nû ve avakirina kesayet û civaka demokratîk, xebata me ya sereke ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da xuyakirin ku Kurd li çar parçeyan xwedî asteke têgihiştinê ne û got, "Her parçe ji ber ku ditirse parçeyê li binê desthilatdariya xwe ji dest biçe, li dijî me dikevin nava tifaqê. Îran jî ji ber nifûsa zêde ya Kurdên li parçeyê xwe ditirse û her tim êrîşî me dike. Di vir de polîtîkayeke hevpar a dewletan a bi sînorkirinê heye. Ji bo PDK'ê jî di asta navneteweyî de rewabûna PKK'ê rê li ber fikaran vedike. Ditirse ku rola PDK'ê qels bibe. Em êrîşên DAIŞ'ê jî weke parçeyek ji êrîşên bi vê paralelê rû didin, dinirxînin. Siyaseta rojane jî em ji vê cuda nabînin."

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE'

Erzîncan destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê şoreşeke jinê ye û anî ziman ku wezîfeyên gelekî girîng ên pêşengtiyê dikeve ser milê jinan. Erzîncan diyar kir ku ji xwe şoreşa PKK'ê jî şoreşeke jinê ye û got, "Dibe ku jin di nava PKK'ê de weke hêzeke şênber piştî salên 90'î derketin pêş. Lê belê ji damezrandina PKK'ê û heta roja îro jinê di asta pêşengiyê de cihê xwe di nava vê tevgerê de timî girtiye. Di her kêliya Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Rojhilata Navîn de rengê jinê heye. Lewma ez 19'ê Tîrmehê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Qada me ya projeya jiyana nû bi awayê herî şênber lê pêk hatiye, Rojava ye. Şoreşa li wir jî herî zêde bi rûyê jinê derket pêş. Berxwedana jina Kurd a li vir, zîhniyet û sîstema heyî serûbin kir. Ya di vir de xwedî bandor e, ne tenê berxwedana li çeperan e, xebatên avakirin û rêxistinbûyîna di nava civakê de, yek ji hîmên bingehîn ên vê şoreşê ne. Têkoşîna li vê derê mîna rojeke tevahiya mirovahiyê ronî dike, derket holê. Ji bo jinê jî rewş ev e. Tovên civaka azad bi pêşengiya jinên Kurd bi xurtî hat reşandin. Ji ber vê yekê em Şoreşa Rojava hem weke Şoreşa Jinê hem jî weke şoreşa gelan dinirxînin. Ev yek vegotina demokratîkbûyîna gelên Rojhilata Navîn û tê wateya sîstemeke kantonal û demokratîk."