1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojavayî pêl bi pêl li xaka xwe vedigerin
Rojavayî pêl bi pêl li xaka xwe vedigerin,rojavayî,pêl,bi,pêl,li,xaka,xwe,vedigerin

Rojavayî pêl bi pêl li xaka xwe vedigerin

A+ A-

MÊRDÎN 15.11.2013 07:00:23 Rojavayiyên ku ji ber êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên i hemberî gundên Kurd û Ereban ewlekariya jiyana wan nema û ji ber ambargoyê neçar man xaka xwe biterikînin, pêl bi pêl li welatê xwe vedigerin.

Penaberên Rojavayî yên li Mêrdîn, Şirnex û Rihayê dimînin û di nav de jin û zarok jî hene, di bin çavdêriya polîs û leşkeran de bi otobusan hatin herêmên sînor û ji vê derê jî rêyên qeçax dest bi vegerê kirin.

Rojavayiyên ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), girtina deriyên sînor ji aliyê Tirkiye û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve û ambargoya heyî neçar man xaka xwe biterikînin, koçî bajarên rojavayê Tirkiyê û Hatay, Dîlok, Kîlîs, Riha, Amed, Mêrdîn û Şirnexê kirin.

Piraniya Rojavayî li kampên penaberan ên li bajar û navçeyan hatin bicihkirin, bi deh hezaran jî xwe li bajar û navçeyên li ser sînor girtin û ji bo jiyanê li ber xwe dan.

Bi berxwedana hêzên YPG'ê ya li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ re, piştî ku Til Koçer û Til Xelef ên xwedî girîngiyeke stratejîkin hatin rizgarkirin û li qada aboriyê rêyên çareseriyê hatin peydakirin, Rojavayiyên li herêmên cuda yên Tirkiyê dimînin, dest bi vegera li xaka xwe kirin.

Malbatên Rojavayî li navçeyên lê dimînin serî li Qeymeqamiyan dan û xwestin li welatê xwe vegerin. Li ser vê yekê di bin çavdêriya polîsan de bi otobusan ew şandin herêmên sînor. Malbat li vê derê jî bi rêyên qeçaxî derbasî Rojava dibin.

Hat hînbûn, bi rizgarkirina Til Koçer re nêzî 5 hezar Rojavayiyên li Tirkiyê di nava şert û mercên xizanî û bê stargeh de dijiyan, li Rojava vegeriyane.