1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Rojnamegerê Îspanyolî ‘Serdema Kurdan’ çap kir
Rojnamegerê Îspanyolî ‘Serdema Kurdan’ çap kir,rojnamegerê,îspanyolî,serdema,kurdan,çap,kir

Rojnamegerê Îspanyolî ‘Serdema Kurdan’ çap kir

Rojnamegerekî Spanyolî li ser rewşa Kurdan, berxwedaniya wan û dengvedana wan li cîhanê piştî şerê li dijî DAIŞ’ê pirtûkek çap kir. Rrojnamegerê Spanyolî 'Serdema Kurdan" çap kir.

A+ A-

Li gorî agahiyên Sputnikê rojnamevan û nivîskarê Spanyolî yê navdar Manûel Martorell li ser rewşa derbarê Kurdan pirtûkek bi navê “Serdema Kurdan” çap kiriye.

Martorell di pirtûka xwe de ji Kurdan daxwaz dike ku li ser mafên xwe bibiryar bin. Rojnamevanê Spanyolî di pirtûka xwe ya nû de tîne ziman ku şerê li Iraq û Sûrî bû sedem ku çavê hemû dinyayê li Kurdan be.

Martorell got ku Kurd di demeke dîrokî re derbas dibin û di dîrokê de cara yekem e ku hemû hêzên cîhanê, Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê girîngiya Kurdan ya li Rojhilata Navîn dibînin.

Dostê gelê Kurd Manûel Martorellê heta niha derbarê Kurdan de gelek pirtûkên wekî
“Kurdistan – 2002,
Kurdistan, gerek li welatê Qedexe -2010,
Mem û Zîn bi Zimanê Baskî – 2010,
Kurd Ev in, şîrovekirina netweyekê – 2014″ çap kiriye.