1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Rojnamevaniya li çiyayan
Rojnamevaniya li çiyayan,rojnamevaniya,li,çiyayan

Rojnamevaniya li çiyayan

A+ A-

Yek ji lingê xebata çapemeniya azad a Kurdan li çiyayên Kurdistanê ye. We bi nûçeyên gêrîlayan ew nas kirin. An jî dema we got; “Li çiyayên Kurdistanê çi dibe?” wana bersiv da pirsên we. Ew nûçegihanên şer ên çapemeniya Kurd a azad in… Tiştên kul i çiyayan diqewimin ji we re dibêjin.

Ger hûn herin çiyayan, hûn ê wana li her derî bibînin. Dibe dema meşek dûr û dirêj a gêrîlayan, an jî li serê çiyayek kofî spî, an jî di dema bêhnvedana ji bo çayekê de… bi kurtî hûn dikarin wana li her derê bibînin. Gava hûn li dîmenek dinêrin û xwe ji bîr dikin, ew wê kêliyên we dikişîne û we nemir dikin. Li ser pişta wan çenteyê kamera, trîpot û wênekêş, di berîkên wan de jî defter, pênûs û denggir hene.

Gelo li çiyayan karê rojnamevaniyê kirin hestek çawa ye? Çawa dixebitine, xwe çawa didin nasîn?

Ew deriyê li ber cîhanê yê gêrîlayan in. Cîhan bi riya ziman û pênûsa wan, jiyana gêrîla û çiyayên Kurdistanê dişopînin. Kameramanê wan, wênekêşa/ê wan û nûçegihana/ê wan tune ye. Herkes bi tenê van karan bi hev re dike.

Me got ew nûçegihanên şer in, lê tenê şer venabêjin. Ew xwezaya çiyayên Kurdistanê, ya ku bi jiyana gêrîlayan re bûyî yek vedibêjin.

JI ÇIYAYAN LI ÇIYAYAN MEYZANDIN

Sali Firat dibêje; “Em Cûdî ji Cûdiyê vedibêjin” û ciyawaziya wê bi hevokekê vedibêje. Ew ne li nava bajaran, li serê çiyayên bilind, kameraya xwe danîne û rûyê cîhanê vê li vî aliyê vedibêjin.

Salih Firat, yek ji kedkarên çapemeniya azad e, nêzî 10 salan e, vê kevneşopiyê li serê çiyayan dimeşîne. Salih behsa zoriyên li rojnamevaniya li çiyayan dike, lê di heman demê de kêlî û bîranên dilxweşiyê jî ji bîr nake, wana jî vedibêje.

Bi ya Rêdûr Xelîl, ku mirov alîgirê rastiyê be, tişta herî girîng ew e. Aliyê wijdanî, ehlaqî yên bûyerê jî ji bîr naki.

Xelîl demek dirêj e di çapemeniya azad a Kurd de xebatê dike. Ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Piraniya xebatên wî bi Kurdî û Tirkî ne.

Çîçek Helen jî kameramanek e. Şeş sal in ku li çiyayan kameramantiyê dike. Helen dibêje “Tu caran paşdevegerandina tiştên we jiyayî û we ew kirî belge, nabe. Kesên ku em wan li wir dibînin, dibe ku em êdî qet nebînin. Tişta ku me li wê derê jiyayî, em nikarin li tu der û demên din bijî.Ger ku hûn di dema pêwîst de ne li cihê ku hûn dixwazin lê bin, ew kêlî ji bo we dibe dîrok. Dîrokek ku hûn negihiştine wê.”û wiha behsa kameramantiya xwe dike.

Ew ne tenê nûçeya çêdikin. Lêkolîneriya rojnamevanî, belgeyî, wêje ji hev du cûda dikin.

Xeyrî Kiziler jî kamermanek e. Jiyana wî ya kameramantiyê ji Ewropayê dest pê dike û li çiyayên Kurdistanê berdewa dike. Kiziler jî dibêje; “Em li cîhanê li cihek hatî dagirkirin, hêza çarem a ku di alema populer de jêre dibêjin, bê ku ber bi populîzmê ve bişemitin, li ber xwe didin û rojnamevantiya alternatîf pêş dixin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî