1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevanên Kurd Di Girtîgehan De Ne
Rojnamevanên Kurd Di Girtîgehan De Ne,rojnamevanên,kurd,di,girtîgehan,de,ne

Rojnamevanên Kurd Di Girtîgehan De Ne

A+ A-

2011-05-03 / Tirkiye bi girtin, cezakirin û binpêkirina mafên çapemeniyê 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî dike. Li gorî daneyên Platforma ji Rojnamevanan re Azadî li Tirkiyeyê 67 rojnamevan niha girtîne. Li gorî xebata Rojnamevan Huseyîn Aykol, ji van rojnamevanan 35 xebatkarên çapemeniya Kurd in û 23 jî xebatkarê çapemeniya sosyalîstin. Di dema ku Serokwezîr Erdogan daxuyand ku "Pirsgirêka Kurd qediyaye" de li gorî "Rapora Çavderiya Medyayê" ya BÎA'yê di nava 3 mehan de 13 kesan bi giştî, 21 sal û 10 meh ceza girtiye.

Tirkiye bi girtin, cezakirin û pinpêkirina mafên çapemeniyê 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî dike. Li gorî daneyên "Platforma ji Rojnamevanan re Azadî" li Tirkiyeyê 67 rojnamevan niha girtîne. Di nava rojnamevanên girtî de Ahmet Şik û Nedîm Şener yê ji doza "Ergenekonê" tên darizandin, Ahmet Bîrsîn yê ji doza "KCK" te darizandin û nûçegîhanên DÎHA'yê Erdogan Altan, Kadrî Kaya, Emîne Altinkaya, Alî Buluş, Hamdiye Çîftçî, Sînan Aygun, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun, Xwediyê Weşanxaneya Aramê Bedrî Adanir jî hene. Her wiha li gorî îstatîkan 2 hezar rojnamevan jî tên darizandin. Tirkiye bi vê tabloyê, di warê azadiya çapemeniyê de li cihanê ji rêza 127'emîn, dakete Rêza 138'emîn.

BÛROYA ÇAPEMENIYÊ YA HERÎ MEZIN YA KURDAN GIRTÎGEH IN

Li gel gotina Serokwezîr Erdogan ya wekî "Li Tirkiyeyê tu kes ji ber karê çapemeniyê nayê darizandin jî herî dawiyê Nûnerê DÎHA'yê ya Amedê Kadrî Kaya û nûçegîhanê Êlihê Erdogan Altan ji ber ku bi telefonê tevli bernameya radyonekê bûne bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Li gorî xebata Rojnamevan Huseyîn Aykol, niha di girîgehê de 35 rojnamevanên kurd û 23 rojnamevanên çapemeniya sosyalîst hene.

Li gorî "Rapora Çavderiyê ya Medyayê" ya BÎA'yê li Tirkiyeyê 103 bersucên "Ramanê" hene û 42 girtî di girtîgehê de ne. Li gorî heman raporê di nava 3 mehên dawî de 13 xebatkarên çapemeniyê bi giştî 21 sal û 10 meh cezayê girtîhe û her wiha 66 hezar û 946 TL cezayê pere girin.

Pinpêkirinên mafên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê di rojeva Yekitiya Ewropayê (YE) de jî cih girt. Komîsyona YE'yê di 6'ê Gulanê de di vê çarçoveyê de dê bi navê "Li Tirkiye û Rojavayê Balkanan Azadiya Çapemeniyê" dê rûniştinek bê lidarxistin. Têkildarî mijarê ji bo agahî bide komîsyonê gazî Serokê Giştî yê Rojnamevanên Hemdem Ahmet Akbay kir.

ANF NEWS AGENCY